Parêzera Pakîstanê Leyla: Ya ku tê darizandin jina ku hatiye qetilkirin e

  • 09:06 21 Kanûn 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN - Li Kerboran Pakîstan Demîr a ku ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin, sibê yekemîn daneşîna dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê bê dîtin. Parêzera Pakîstan, Leyla Kaya anî ziman ku şûna kiryar bê darizandin, endamên malbatê tên darizandin û her wiha got dadger dixwaze dosyeyê bigire. Leyla, bang hemû jinan kir ku xwedî li dozê derkevin.
 
Di 16’ê îlonê de Pakîstan Demîr a 34 salî ku li çoltera taxa Zenganê ya navçeya Kerboran a Mêrdînê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin. Kujer di 17’ê îlonê de hat girtin û şandin girtîgehê. Lêpirsîna ku derbare Mehmet Emîn Oner de hatibû destpêkirin, ji aliyê Serdozgeriya Komara Mîdyatê bi sûcê “Kuştina jin û hevjînê ya bi zanetî” îdîaname hat amadekirin û îdîaname ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê ve hat qebûlkirin. Yekemîn daneşîna dozê dê di sibê (22’yê kanûnê) bê dîtin. Dozger her wiha derbarê kiryarê Pakîstanê de got “Bi hêsteke cinawirî û bi îşkence kuştinê tuneye.”
 
Di heman demê de li Kerboranê di 19’ê îlonê de bi pêşengiya malbata Pakîstan û jinan de meşa ku hat lidarxistin, Dozgeriya Komara Kerboranê bi îdîaya “Dijberiya Zagona Jimara 2911’an ya xwepêşandan û meş pêk hatiye” lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê ji bo îfadeyê bang li malbata Pakîstan û jinên ku tevlî meşê bûne kir.
 
Parêzera Pakîstanê, Leyla Kaya, têkildarî îdîanameya ku hatiye amadekirin û doza ku sibê bê dîtin de axivî.
 
‘Şûna ku kujer bê darizandin, endamên malbatê tên darizandin’
 
Leyla, da zanîn ku pergala hiqûqî ya li Tirkiyeyê mexdûr sûcdar dike û ev tişt di şexsê wê de hemû kesên ku di vê qadê de aktîvîstî, parastvana mafê mirovan dikin û dixebin û malbatên xwedî li vê bûyerê derdikevin tê meşandin û wiha got: “Lêpirsînên dest pê kirin û cezayên ku hatine dayîn mînakên herî mezin ên vê yekê ne ku em li vir pir caran pê re rû bi rû mane. Piştî qetilkirina Pakîstan Demîr, jinan li Kerboranê meşek li dar xistin. Du sê roj ma ji dîtina doza Pakîstanê der barê jin û malbata wê de lêpirsîn hat destpêkirin û îfadeyên wan hatin girtin. Dema mijar jin û têkoşîna jinê be, hem hikûmet hem dewlet û hem jî daraza mêran operasyonek mezin li dijî jinan li dar dixe. Ev helwest bi temamî dijminatiya dewlet, hikûmet û darazê ya li hemberî têkoşîna jinê nîşan dide. Şûna ku kiryar û kujer bên darizandin, ji ber ku em bertek nîşanê vê yekê didin û mafê xwe yê jiyanê diparêzin em rastî tacîza darazê û lêpirsînan tên û tên cezakirin.”
 
‘Dozger îdîanameyê wekî daxwaznameya parastinê amade kiriye’
 
Leyla, destnîşan kir ku dozger îdîanameyê wekî ku “daxwaznameya parastinêye”  amade kiriye û wiha pê de çû: “Di serî de dozger divê van mijarên lêkolîn bikira; erê wî, wê bi sêwiranê kuşt. Lê divê sêwiranê çawa bigire dest. Divê beriya ku Pakîstan bê qetilkirin binirxîne û li gor vê yekê îdîanameyê amade bikira. Bi awayek gelek hêsan behsa sêwirandinê an jî bi kuştina hêstê cinawirî nayê kirin. Em bi sêwirandin û bi hêstên cinawirî hatiye pêkanîn. Em sêwirandinê ji dosyeyên tundiyê yên Pakîstanê ku li Dadgeha Cezayê Esliye ya Kerboranê ye, yek ji tedbîrên parastinê ku ji qanûna 6284’an hatiye girtin, Pakîstan berê du caran serlêdana stargehê kiribû û ji doza hevbardanê em dizanin. Kujer ji ber ku her carê bi cezakirinê re rû bi rû nema, ji ber pasîfbûna bazbendê û ji ber dewletê mafê vê kesê neparast îro Pakîstan di nav me de nîne. Şûna ku ev hemû yek bi yek hemû bihatana nirxandin û bi sûcê ‘Sêwirandin’ bihata vekirin. Ligel van hemû tiştan em vê îdîanameyê qebûl nakin. Ji ber ku dema behsa sêwirandinê tê kirin, divê hemû pêvajo li ber çavan bê girtin û îdîaname li gor wê bihata amadekirin.”
 
‘Dadgeh dixwaze dosyeyê bigire’
 
Leyla, bi lêv kir ku îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê ve wek daxwaznameya parastinê hatiye amadekirin û wiha domand: “Pakîstan ji tam 49 cihên xwe bi awayek hovane hat qetilkirin û hîn behsa hêstên cinawirî nayê kirin. Ev jî bi tevahî nîşan dide ku lêpirsîn çiqasî şêlû, bêlêkolîn û kêm hatiye kirin. Dema ku biryarên binpêkirinê yên li dijî Tirkiyeyê tên nirxandin, ev yek nîşan dide ku sûcê mirovahiyê ye. Di destpêka lêpirsînê de jî di qonaxa yekem a îdîaname ku ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin ve, dixwazin dosyeyê bêceza bihêlin. Di heman demê de dadgehê ku kujer sewqê serwîsa derûniyê kiriye û rapor xwestiye bi awayek beravajî dadgeha cezayê ye û armanc ew e ku sûcdar biparêzin. Îdîaname hat qebûlkirin û piştî îdîanameyê zapta tensîpê hat amadekirin. Di zapta tensîpê de sûcdar sewqê serwîsa psîkiyatrisê hatiye kirin û rapor hatiye xwestin. Li dozgeriyê û di hemû qonaxên din de daxwaza sûcdar a di vê warê de tunebû û her wiha sûcdar gotibû ‘pirsgirêka min a derûniyê tuneye.’ Ligel vê yekê dadgehê şahid, alîgir û em wekî parêzerê muştekiyên xwe guhdar nekir. Bêyî dozger û pisporê derûniyê wî sewq kiriye. Beriya her tiştî ev tiştên kum in jimart divê pêk bihata. Lê ev jî nîşan dide ku dadgeh dixwaze dosyeyê bigire û vê dosyeyê jî bi bêcezabûnê re encam bigire.”
 
‘Mexdûr nehatin guhdarkirin’
 
Leyla, anî ziman ku dadgeha cezayê bi awayekî zelal diyar kiriye ku dê di pêvajoyek çawa de bê darizandin û wiha got: “Divê di destpêkê de alîgir bên guhdarkirin. Nêrînên dozger û pisporek bê girtin û li gor wê di nava çavderiyê de bê girtin. Hîna ku dadgeh bi sûcdar re têkiliyê daneniye jî biryarek bi vê awayî digire. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku dadgeha cezayê nîşan dide ku dê çawa doz dest pê bike. Doz piştî îfadeya sûcdar hat girtin şûnde destpê dike. Dema ku em dosyeyê dinêrin parastina sûcdar dawiyê de bê girtin û her wiha bi tevî tensîpê şahid hatine gûhdarkirin, mûştekî bi talîmatê hatine gûhdarkirin. Dadgehê bi xwe jî guhdar nekiriye. Di rewşeke ku sûcdarkirineke bi vî rengî ya sûcekî ev qas giran de, tiştên ku di vê dosyeyê de pêk anîne li dijî CMK'ê ye. Dê şahid çawa bên guhdarîkirin ji xwe li wir hatiye diyarkirin. Mafê me heye ku ji wan şahidan pirsan bikim. Ev tişt di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye tertîbkirin. Bêyî ku ji şahidan pirs bên kirin, ji şahidan îfade girtin ji xwe binpêkirina mafê darizandina adil e. Bi rêya kanalekî dadgehê ve, celseya ku em ne amadebûn de, mafê me yê pirs pirsînê kum e nekarî bikarbînin de, dixwazin parastina sûcdar li gor vê yekê amade bikin. Dixwazin hemû delîlan kom bikin û têxin dosyayê û ji bersûc daxwaz bikin ku li gorî wê parastina xwe bike. Dadgehê kesên mexdûr gûhdar nekir. Ji aliyê hakimê ku dosya nizane û îdianame jî nedîtiye hat guhdarîkirin.”
 
‘Ne kujer, mexdûr tên darizandin’
 
Leyla, daxuya kirin ku nêzîkatiya darazê bi giştî li dijî têkoşîna jinê ye û wiha axivî: “Hem îktîdar û hem jî daraz di nava hewldanê de ne ku sûcdar bêceza bihêlin. Em vê tiştê di hemû dozan de jî dibînin. Li wê derê ne kujer, mexdûr tên darizandin. Yên ku tên darizandin ew kesên ku bi wî sûcî re rû bi rû ne. Kesê ku tê darizandin her çixwasî hatibe qetilkirin jî tê darizandin. Ya ku tê darizandin malbata wê ye. Yên ku li dijî bêcezakirina dadgehan bertek nîşan dane tên darizandin. Der barê kesên ku bertek nîşanê qetilkirina Pakîstanê kirin tên darizandin. Darazek bi tevahî ya mêranî ye. Bi hişmendiyeke mêranî biryar tên girtin. Ev nîşaneyên dijminatiya li hemberî têkoşîna jinê ya li hemû qadên jiyanê ne.”
 
Ji bo tevlîbûna dozê bangawazî
 
Leyla, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang hemû baroyan, rêxistinên civakên sivîl û jinan dikin ku xwediyê vê dosyeyê derbikevin ku dixwazin bêceza bihêlin. Em bang hemûyan dikin ku roja 22’lê kanûnê ango sibê saet di 09.00’an de li Edliya Mîdyatê em benda piştgiriya we ne.”