'Bi saya şoreşa jinê, dêriyên dîplomasiyê vebûn'

  • 09:02 21 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Gulistan Şahîn 
 
QAMIŞLO - Endama Desteya Rêveberiya Xweser a Daireya Têkiliyên Derve, Gulîstan Elî êrîşên dewleta tirk û têkiliyên ku ava kirine nirxand û got: "Di 19’ê Mijdarê de bi balafiran êrîşek pêk hat, lê kes ji axa xwe dûr neket û gel girêdana xwe cardin teqez kir." 
 
Şoreşa jinê bû îlham ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ava bikin û bi çand û dîroka xwe cardin civaka xwe ava bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek pêşketinên mezin ava kir ku ji wan yek jî kar û xebatên têkilî ango dîplomasiyê bû. Dîplomasiyê karibû şoreşa jinê li tevahî cîhan û dewletan bide nasîn, her wiha hewldana wan a bingehîn ew e ku ji bo statuya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bê nasîn gelek dan û standin dike. Armanca Dîplomasiya Rêveberiya Xweser a yekem ew e ku li gor hêvî û baweriya gel kar bikin û daxwaza wan ji her welatî re parve bikin. Di nava gef, qeyran û şerê ku di herêmê de diqewime Dîplomasî roleke mezin dileyîze. Her wiha dîplomasiyê karibû di mijara çeteyên DAIŞ’ê de li gelek welatan hevdîtinê pêk bînin da ku doz li ser vê mijarê vebe, her wiha daxwaza radeskirinê jî dikin. Herî dawî jî dewleta tirk di 19’ê Mijdarê de êrîşî seranserê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de binesaziya herêmê hate hedefgirtin û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî van mijarana Endama Desteya Rêveberiya Xweser a Daireya Têkiliyên Derve, Gulîstan Elî nirxandinên girîng kir. 
 
'Şerê cîhanê bi giştî li ser dîplomasiyê tê meşandin'
 
Gulistan di destpêka gotina xwe de armanca avakirina têkiliyên derve û girîngiya dîplomasiyê wiha parve dike: "Dema ev daîre hate avakirin li ser armancekê hate avakirin ku roleke gelek girîng û mezin di aliyê dîplomasî û siyasetê de bileyîze. Şerê cîhanê yê giştî, pevçûn û şer hemû li ser dîplomasiya cîhanê tê meşandin. Di nava çend salan de daîreya me rolek mezin leyîst. Bi taybet di dema çeteyên DAIŞ’ê de wan daîrena di warê dan û stendinê de rolek girîng leyîst ku çeteyên hatine girtin radestî welatên wan bê kirin. Gelek dewlet jî hebû ku xwestin tevger, rêxistin û şoreşa jinê binasin. Di sedsala niha ku hemû cîhan di bin xeteriyekê de ye şoreşek mîna şoreşa jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Bi rêya şoreşê jî deriyên dîplomasiyê vebû û gelek dewletan xwestin vê pergalê nas bikin. Ruxmê di her aliyî de şer û êrîş heye, lê li aliyekî din jî bê rawestandin kar û xebat dom dike. Gelek dewlet bi saya Daîreya Têkiliyên Derve pergala netewa demokratîk nas kirin, fêm kirin û gavên erênî ya siyasî û dîplomasiyê avêtin. Gelek dewlet hebû ku kurdan nas nedikirin, lê niha di nûçe û mijarên hemû cîhanê de yekemîn mijar Rêveberiya Xweser e û rewşa pêşerojê û xeteriya heyî tê nîqaşkirin."
 
'Armanca êrîşên dewleta tirk tunekirina Rêveberiya Xweser e'
 
Gulistan destnîşan kir ku êrîşên ku dewleta tirk li dijî gelê herêmê pêk anîne hemû bi belge hatine îspatkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Bi şoreşê re gelek pêşketin pêk hat û niha pêvajoya ku em tê de derbas dibin êdî nema tê veşartin, her tişt eşkere ye. Rolek mezin binpêkirinên ku di herêmê de ji aliyê dewleta tirk ve dihatin kirin hate eşkerekirin. Binpêkirinên dewleta tirk ev 12 sal in nehatiye rawestandin. DAIŞ'ê jî dewleta tirk bi rêxistin dikir û ber bi axa me ve bi rê dikir. Armanca van êrîşan, tunekirina Rêveberiya Xweser û projeya netewa demokratîk bû. Naskirina van rastiyan û derxistina wê hemû bi îspat û bi belge bûn. Di êrîşên 19’ê Mijdarê de jî derket holê ku dewleta tirk binesaziya herêmê hedef girt, ev yek hemû hatin belgekirin. Dewleta tirk bi vê êrîşê re xwest êrîşî herêmên me bike û hin cihan dagir bike, lê rastî berxwedan û têkoşîna gel hat. Ev êrîşên ku pêk hat li dijî exlaqê civak û mirovahiyê bû. Hemû cîhan li hember van êrîş û kiryarên dewleta tirk ker û lal in, lê em tucaran ranewestin û van êrîşan dixin rojevê û qanûnên ku jî tînin bîra wan. Di derbarê binpêkirinan dosya tên çêkirin û ji dadgehên cîhanî re tên şandin, nîşandan û zirarên ku digihêje mirovahiyê tên raberkirin. Cîhan hemû ber bi guhertinek nû ve diçe. Mixabin herêmên Mezepotamyayê bûye cihekî wiha ku hemû cîhan siyaseta xwe li vir bimeşîne. Siyaset li ser vê axa pîroz a Mezopotamyayê ya gelê ku li ser vê axa pîroz dijîn, çêdibe. Li gor rêveçûyina siyaseta heyî carinan erênî û carinan jî neyînî guhertin û veguhertin pêk tên. Em tucaran hêvî û baweriya xwe bi tu dewletan ve girê nade, em li gor proje, gel û şoreşa xwe çi baş e em li gor wê siyasetê dikin.”
 
'Gelek dewletan deriyê dîplomasiyê ji bo mijarên çeteyan vekirin'
 
Gulistan bal kişand ser çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: "Zarok û jinên çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Li her dewletekê bi hezaran çete hatine û li vir bi cih bûne. Gelek dewletan deriyê dîplomasiyê ji bo mijarên çeteyan vekirin û me xwest werin hemwelatiyên xwe vegerînin. Hemû dewlet li her çar aliyên cîhanê ji bo mijarên çeteyan deriyê xwe vedikin. Gelek ji wan welatan dixwazin pergala ku me ava kiriye nas bikin, paşê jî dewletên ku dixwazin bi awayekî fermî tên. Dewletên ku tên pergala me dibînin matmayî dimînin, ruxmê ewqas şer çêbûye û heta niha jî gefên dewleta tirk hene, lê dibînin ku me pergala xwe parastiye û kar û xebatên xwe bi awayekî sîstematîk bi rê ve dibin. Dewlet hemû jî dizane ger Rêveberiya Xweser di van herêman de tune bibe dê teqînek mezin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve çêbibe û xeterî belavî tevahî cîhanê bibe. Loma ji bo ku hûrguliyên pergala me nas bikin, li ser çi esasî Rêveberiya Xweser hatiye avakirin pirs dikin."
 
'Netewa demokratîk herkesî di hundirê xwe de hembêz dike'
 
Gulistan da zanîn ku gelek dewlet projeya neteweya demokratîk meraq dikin, serdana wan dikin û wiha domand: "Projeya netewa demokratîk herkesî di nava xwe de digire û ji dewletê qut e û mafê gelan di hundirê xwe de dihewîne, her wiha azadiya jinê pir girîng e, loma gelek dewlet meraq dikin û erênî nêz dibin. Ji ber êrîşên dewleta tirk û tehdîdên wan, dewlet gavekê paş de disekinin û hesabê xwe dikin. Em niha ji merheleyek wiha re derbas dibin ku dê hebûn û tunebûna me diyar bibe. Dewleta tirk niha pir teng bûye ji ber di hundirê xwe de binketinek di aliyê leşkerî û siyasî de dijî, ji bo ku van derbas bike êrîşî kurdan dike. Pir dewlet jî projeya me ji bo hemû Rojhilata Navîn wekî çareseriyekê dibînin. Dewletên ku bi awayekî şênber piştgiriyê bidin me nînin û tenê di danûstandinê de dimînin."
 
'Li hember şerê taybet gel bila şiyar bin'
 
Gulistan herî dawî bang li gel kir ku li hember şerê taybet ê dijmin hişyar bin û wiha bi dawî kir: "Dijmin şerekî taybet li ser gel dimeşîne ku herkes koçber bibe. Herî dawî di 19’ê Mijdarê de bi balafiran êrîşek pêk hat, lê kes ji axa xwe dûr neket û girêdayina xwe cardin teqez kirin. Dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê ji bo ku gel axa xwe terk bikin, propaganda dike, em jî ji gel re dibêjin ji tiştên wiha bawer nekin, ji ber şerê taybet e. Ger tiştek hebe wê Rêveberiya Xweser her tiştî zelal ji gel re parve bike, derveyî wê gelê me bi progaganda û şerê taybet bila bi bandor nebin."