ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 21 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Seranserê sala 2022’yan de li Meclîsê derbarê jinan de yek pêngavek nehat avêtin. Li şûna navendên xurtkirin û parastina jin û zraokan û derxistina qanûnan, desthilatdariyê îsal jî qanûn û butçeya der barê talan, şer û sermayê derxistin. PANORAMA 
 
* Endama Desteya Rêveberiya Xweser a Daireya Têkiliyên Derve, Gulîstan Elî êrîşên dewleta tirk û têkiliyên ku ava kirine nirxand û got: "Di 19’ê Mijdarê de bi balafiran êrîşek pêk hat, lê kes ji axa xwe dûr neket û gel girêdana xwe cardin teqez kir." DÎMEN HEYE
 
* Welatiyan bertek nîşanî qeyrana aboriyê dan û gotin: "Êdî em destvala diçîn mala xwe. Em nikarin danûstandinê bikin û fatureyên xwe bidin. Îqtîdar bi kevçî dide û bi çoçikê distîne." BI DÎMEN 
 
*Mukkades Alataş balkişand ser zêdebûna tundî û kuştina jinan û wiha got: “Bi qeyûman re mekanîzmayên herêmî di 5 salên dawî de hatin tunekirin. Ev jî bû sedema zêdebûna tundî û kuştinên jinan.” BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka DÎB’ê Ayşegul Devecîoglu da zanîn ku ‘Konferansa jiyanê ya li dijî şer’ bi armanca teşhîrkirina siyaseta şer pêk anîne û got divê desthilatdarî dest ji razemeniya şer berde û pirsgirêka kurd çareser bike. BI DÎMEN 
 
*Li Kerboran Pakîstan Demîr a ku ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hatibû qetilkirin, sibê yekemîn daneşîna dozê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê bê dîtin. Parêzera Pakîstan, Leyla Kaya anî ziman ku şûna kiryar bê darizandin, endamên malbatê tên darizandin û her wiha got dadger dixwaze dosyeyê bigire. Leyla, bang hemû jinan kir ku xwedî li dozê derkevin. BI DÎMEN 
 
*Li gundê navçeya Perwarî tecawiz bi awayekî sîstematîk li zarokekê hatiye kirin. Dozgeriyê derheqê dozê de biryara neşopandinê da. Malbatê destnîşan kir ku divê tu kes li hemberê vî tiştê bêdeng neminin û kiryar divê bi cezayê herî giran bên darizandin.