Li Silêmanî ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin

  • 13:56 20 Kanûn 2022
  • Rojane
SILÊMANÎ - Bi munasebeta nêzîkbûna serê sala nû, Navenda Down Sendroma , li Silêmaniyê şahiyek ji bo zarokên xwedî pêwistiyên taybet li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin:"Em li gorî derfetên xwe, ji bo dilxweşkirina zarokan, şahî û çalakiyan li dar dixin. Em dixwazin zarok kêfxweş bibin."
 
Bi munasebeta nêzîkbûna serê sala nû, Navenda Down Sendroma , li Silêmaniyê şahiyek ji bo zarokên xwedî pêwistiyên taybet li dar xist. Di çalakiyê de hat gotin:"Em li gorî derfetên xwe, ji bo dilxweşkirina zarokan, şahî û çalakiyan li dar dixin. Em dixwazin zarok kêfxweş bibin."
 
Bi boneya nêzîkbûna serê salê, Navenda Down Sendrom, li Silêmaniyê ji bo zarokên xwedî pêdawîstiyên taybet, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de ji bo zarokan leyîstok hatin lîstin, xelat li zarokan hatin belavkirin. Piştî xelatan jî şêranî û xwarin dan zarokan.
 
'Em dixwazin zarok kêfxweş bibin'
 
Rêvebera Navenda Down Sendrom, Hêro Yasîn derbarê armanca sereke ya şahiyê de ji Rojnews re axivî û got; "Ji ber ku dema yekem a xwendinê tenê hefteyek maye, wê hefteya bê betlane dest pê bike, me biryar da ku beriya zarok biçin malê, em şahiyekê ji bo wan li dar bixin. Me çend diyariyên biçûk jî li zarokan belav kir. Em li gorî derfetên xwe, ji bo dilxweşkirina zarokan, şahî û çalakiyan li dar dixin. Em dixwazin zarok kêfxweş bibin."