17 Kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin serbest berdan

  • 13:33 20 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di 17'ê Kanûnê de 17 kes bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya wan li emniyetê hat girtin serbest hatin berdan.
 
Li Amedê di 17'ê Kanûnê de bi îdaya "îxbar" heye serê sibehê bi ser gelek malan de hat giritn û herî kêm 17 kes hatbibûn binçavkirin.  Kesên hatin binçavkirin îşkence li wan hat kirin.
 
17 kesên ku ku ji 17'ê Kanûnê de di bin çavan de dihatin girtin; Gulbahar Pervane, Sohbet Yildiz, Seyhan Çelîk, Devrîm Ronî Atik, , Erhan Şakar, Nîhat karadaş, Suleyman Varli, Suphî Orhan, Muhsîn Acar, Fermandar Kardeş, Cemal Alkan, Berat Çîftkuran, Mazlum Kardaş, Fesîh Daşçi, Îbrahîm Tunç, Mahsûm Fîdan û Necdet Sapan piştî ku îfadeyên wan hatin girtin duh serbest hatin berdan.