Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike

  • 11:40 20 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildanên di 16’ê Îlonê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kiribûn 94 roj li pey xwe hiştin. Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh greva giştî dest pê kir. Hemû sendîka, komele û komên siyasî yên li Îranê û bajarên Rojhilat di 19, 20 û 21’ê Kanûnê de banga greva giştî kirin.
 
Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî kuştin û darvekirinan bê navber duh di roja xwe ya 94’yan de bi şêwazên cuda cuda berdewam kir. Greva duh dest pê kir dewam dike, tê payîn xwepêşandan berfireh bibin. Duh li ser banga çalakvanan, li bajarên Rojhilatê Kurdistan, Sine, Seqiz, Kamyaran, Dîwander, Eywan Xerb û gelek bajarên din welatiyan dikanên xwe venekirin û ketin grevê.
 
Li bajarê Bokan cenazeyê Mihemed Hacî Resul Pur ku bi îşkenceyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin, bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ spartin axê. Li bajarê Mahabadê jî merasîma çileya Fayeq Mamqadirî, bi tevlîbûna sedan kesan pêk hat. Li ser asta Îranê jî, gelek çalakiyên cûr be cûr li cihên giştî pêk hatin. Çalakvanan nerazîbûna xwe dijî darvekirinan nîşandan û li Tahran, Kirman û gelek bajarên din, esnafan dikanên xwe venekirin.
 
Li taxa Êkbatan û metroya bajarê Tahranê, çalakî û meş hatin lidarxistin. Welatiyan dijî desthilata Îranê bê navber dirûşme berz kirin. Li bajarê Reştî ya dikeve Bakurê Îranê, bi pêşengiya jinan meşek girseyî hate lidarxistin. Piştre ciwanan li nav kolanan agir pêxistin û dewleta Îranê şermezarkirin. Li Herêma Gulşarî ya Kerecê jî, carek din welatî daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.
 
Tevî kuştin, darvekirin, êriş û binçavkirinan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber di dome.