Wezaretê muayeneya tevli kelepçeyê hat kirin parast

  • 10:38 20 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE -  Wezareta Parastinê ku bersiv da serlêdana nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya li ser mafê wê yê tedawiyê hate astengkirin, mûayeneya tevli kelepê hat kirin parast. 
 
Mafê xwe gihandina tenduristiyê yê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ya di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqereyê de di 25’ê cotmehê hate binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hate girtin, tê astengkirin. Ceylan, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di navbera 2 û 4’ê mijdarê de sewqî Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate kirin. Ceylan li vir ji aliyê bijîşkê bi navê S.O. tevli kelepçeyê hat muayenekirin. Ceylan ya tedawiya tevli kelpçeyê qebûl nekir di 14’ê mijdarê de têkildarî binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû man giliyê bijîşk ê peywîra xwe nebaş kir li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir. 
 
Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê ku li ser navê Wezareta Tenduristiyê bersiv da, mûayeneya tevli kelemçe parast. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr diyar kir ku mûayeneya bi kelemçe tedawiyê asteng nake û heta ku ji aliyê bijîşk ve neyê xwestin kelemçe nayê vekirin.  
 
Ceylan ya bertek nîşanî biryarê da wiha got: “Ez bi xwe jî rastî ‘mûayeneya bi kelemçe’ ku pêkanîneke dijhiqûqî ye û gelek caran min nûçeya wê çêkirî ye hatim. Ez vê pêkanîna ku li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û exlaka tipê ye qebûl nakim. Hem weke mexdûr hem jî weke rojnamevanekê ji bo mûayeneya bi kelemçe were rakirin ez ê têbikoşim. Em ê bi hiqûqî û pêkanînên li dijî exlaka tipe ji raya giştî re ragihînin.”