69 kesên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 10:02 19 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - "Nobeta Edaletê" ya li Stenbolê duh bi meşê hat bidawîkirin. Di meşê de 69 kes hatibûn binçavkirin, îro serê sibê 69 kes serbest hatinberdan. 
 
Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, ev saleke çalakiya Nobeta Edaletê dikin. Malbatan, çalakiya xwe bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê bi dawî kirin. Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” duh hate lidarxistin. 
 
Fînce Akman ku kurê wê Yakûp Akman li Girtîgeha Hejmara 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî ku birayê wê Selîm Çîftçî li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Kumrî Akgul ku birayê wê Erdal Ozel li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Cemîle Karakaş ku kurê wê Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, ji xizmên girtiyan Gulsum Ozturk û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan ku keçeka wê girtî ye, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, siyasetmedar û gelek kes tev li çalakiya duh bûn.
 
Bi sedan kesên bal kişandin tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin Cadeya Kurbagalidereyê. Girseya ku gelek caran silav ji Rêberê PKK'ê re şandin, bi lêdana çepikan xwestin tecrîd, şewitandina înfazan û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bi sedan kesên ku demeke dirêj bi çepik û tililiyan tecrîd şermezar kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bila tecrîd bi dawî bibe”, “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.
 
Polîsan êrişî girseyê kirin û xwestin bi îşkenceyê wan binçav bikin. Bi sedan kesên ku li dijî îşkenceya polîsan bi dirûşme, çepik û tilîliyan li ber xwe dan, hev hembêz kirin û zincîr çêkirin. Di vê navberê de polîsên ku êrişî dayikan kirin, laçikên wan ên spî kişandin û bi pêhnan îşkence li wan kirin. 
 
Di çalakiyê de 69 kesên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.