ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 19 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Di sala 2022’yan de tecrîd li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hîn bêtir giran bû û heman demê de bi hezaran parêzer, kesên navdar yên cîhanê û gel ji bo tecrîdê bişkînin ketin hewldanan, sala 2022’yan bi têkoşînê derbas bû. PANORAMA
 
*Rêvebera MED -DER'ê Dîlan Guvenç, êrîşên li ser zimanê Kurdî nirxandin û diyar kir ku ji destpêka avakirina komarê ve êrîşên li ser ziman dewam dikin û wê têkoşîna wan a ji bo parastina ziman bidome. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzvana mafê mirovan parêzer Melanîe Gîngell bal kişand ser peywira OPWC'ê û got: “Ger em behsa serlêdana rêxistineke ku ji aliyê dewletekê ve ya li OPCW’ê tê kirin,  bikin, gelo Kurdên ku dewleteke wan tune wê çawa serlêdanê bikin? Me hinek tespît kirin. Peywir û armanca OPCW'ê lêkolîn e. Em bang dikin ku peywira xwe bikin.”
 
** Li Silopiyayê dê Taybet Înan a ku di qedexeya derketina derve de cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma were bibîranîn.(13.00)