ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 18 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Dayika Taybet Înan, beriya 7 salan di êrişên dewleta tirk ên li ser Silopiyê de bi awayekî hovane hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan çend mîtro dûrî malê li kûçeyê ma. Dayika Taybet bi wan dîmenan hate naskirin, lewra divê li jiyana wê bê nêrîn û dîrokek ku rûyê Tirkiyeyê eşkere dike bê dîtin. Dayika Taybet berî jiyana xwe ji dest da wiha gotibû:"Xwezîka ez di ber axa xwe de şehîd bûma. Weyê keskesor danîba ser darbesta min û li van kuçeyan bigeranda." DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertekên xwe ya li hemberî meşrûkirina destdirêjiya li hemberî zarokan anîn ziman û gotin: “Ev cemaat û tarîkat ji aliyê hikûmetê ve tên parastin û ev jî dibe sedema zêdebûna bûyeran. Yên ku îro destdirêjiyê li zarokên me dikin hikûmet û Wezîra Malbatê ye. Li dijî destdirêjiyê divê jin dakevin qadan.” BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Nezahat Gur ya ji Zozanên Feraşîn nebatên cuda kom dike û di dermankirinê de bikar tîne, diyar dike ku ev nebat ji bo sermayê û gelek nexweşiyên din bi şifane. BI DÎMEN 
 
*Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku qanûna sansurê kir meriyetê weşaneke herî biçûk a rexne dike û kesên ku jiyana wan ji civakê re radigihîne, sansur dike. Her wiha di bultena weşandiye de îstîsmarkirina zaroka 6 salî parast.
 
*Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulşen Sîncar a ku di nava şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê cih digirt, anî ziman ku armanca serdana wan a li Başûr parastina destkeftî, nirx û nasmameya kurdan bû û got: “ Me nêzî bi 20 partî, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinên me de tişta ku derket pêş yekîtî bû. Di heman demê de pêşniyarên ku hatin kirin em ê kom bikin û bernameyeke hevpar derxin.”  DÎMEN HEYE
 
Yildiz Kardeş a ku di serdegirtina malê de kurê wê Fermandar Kardeş hat binçavkirin, diyar kir ku di nava salekê de cara 6'ye ku kurê wê tê binavçavkirin û got, "Êdî bes e destê xwe ji ser me bikişînin."DÎMEN HEYE
 
*Hunermenda kurd Eyşe Şan berî bi 26 salan îro jiyana xwe ji dest da.  Ayşe Şan a bi hesreta welatê xwe nefesa xwe ya dawî da hertim ziman, welat û nasnameya xwe ya jinbûnê ji bo xwe weke evîna herî mezin dît û ji bo wan têkoşîn da û bi vê têkoşîna xwe hêz da hemû jinan.