Jinên ciwan li ser tecrîdê komxebatek li dar xist

  • 14:45 17 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan a Herêma Firatê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan komxebatek li dar xistin.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo protestokirina tecrîdê girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi dirûşmeya, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” komxebatek li dar xist. Komxebat bi deqîqeyek rêzgirtînê dest pê kir.
 
Piştre Hevseroka PYD’ê Nesrê Derwîş axivî. Nesrê diyar kir ku  Abdulah Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiyaye û got: “Azadiya Rêber apo azadiya me ye. Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, em ê li kolanan li ber xwe bidin.”
 
Endama Jinên Ciwan Hedle Xelîl jî axivî û got: “Rêberê me ji bo gelên bindest li ber xwe da û têkoşiya. Em ê jî heta azadiya Rêber Apo li ber xwe bidin.”
 
Endama Jinên Ciwan Zîn Ehmed jî anî ziman ku dewletên ku di komployê de cih girtin, ji fikrê Rêber Apo tirsiyane wiha berdewam kir “Dîtin ku wê li hemberî fikrê Rêber Apo têk biçin. Em jinên ciwan berxwedaniya me li tevahî cîhanê dibe mînak, em ê heta azadiya Rêberê xwe têkoşîna mezin bikin. Saziya CPT ku ji bo mafên bindestan hatiye avakirin, bûye MÎT’a dewleta Tirk û xwe ji van kiryaran re ker kiriye.” 
 
Her wiha di komxebatê de destnîşan kirin heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin wê li ber xwe bidin.