Li Amedê gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin

  • 13:19 17 Kanûn 2022
  • Rojane
AMED - Li Amedê bi îdaya ‘îxbarê’ di seetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt û zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, polîsan di dema binçavê de îşkence li kesên binçavkirine kirin.
 
Di seetên serê sibê de li navenda Amedê polîsan bi ser gelek malan de girt û zêdeyî 20 kes binçavkirin. Operesyona bi îdaya ‘îxbar’ hatiye kirinê de hate destpêkirin de polîsan îşkece li malbatan kirin û bi seetan lêgerîna xwe dan berdewamkirin. Kesên binçavkirine jî birin Miduryeta Emniyeta bajarê Amedê.
 
Di dema binçavê de îşkence
 
Di operesyona seetên serê sibê de pêkhatiye de derî hatin şkandin. Muhsîn Acar û wênegirê sînemayê bi navê Suphî Orhan di dema serdegirtina malê de îşkence li wan hate kirin. Li gorî agahiyên me ji malbatan girtine Suphî Orhan, Musîn Acar û Fermandar Kardaş tundî li wan hatiye kirin.
 
Dayika Fermandar Kardaş Yildiz Kardaş dema serdegirtina malê wiha got: “Seet 2’ê şevê bû hatin malê. Min zû derî vekir, ji ber hevjînê min nexweş e bi gumana wî min derî vekir û ew ketin mal de. Ji me re tiştek negotin. Tenê Fermandar xwestin û wî birin odeyek cûda de. Me jî birin odeyek din de. Derî li ser me girtin. Gotin karê me bi Fermandar heye. Lêxistibûn, diyarbû. 2 seetan man malê de lêgerîn kirin û wî nîşa min nedan. Ji bo kurê xwe bibînim min gelek hewil da. Gotin min biçe derdê xwe bi dozger re parve bike.”
 
Navê hinek ji kesên hatine binçavkirn wisa ne: Suphî Orhan, Mazlum Kardaş, Fermandar Kardaş, Sohbet Yildiz û Muhsîn Acar e.
 
Hat hîn bûn ku di derbarê dosyayê de biryara veşartinê heye û destûr nehat dayîn ku parêzer bi wan re hevdîtinê bike. Li gel wê jî ji ber çi hatine binçavkirin ne diyar e.