ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 17 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê butçeya ji bo sala nû amade kiriye ji bo şer veqetandine û  gotin ne ji bo şer ji bo îstîhdamê divê bê veqetandin. DÎMEN HEYE
 
* Parêzera Buroya Hiqûq a Asrin Raziye Ozturk da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî konsepta şerê taybet a li girtîgeha Îmraliyê bi tiştên dide fêrkirin û hildiberîne rêberekî mînak e û bang li CPT'ê kir ku ji hevkariya sûc derkevin û ji rayagiştî re daxuyaniyekê bidin. BI DÎMEN 
 
* Ji Komîsyona mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku bi dema nû re li Wan û navçeyên wê dest bi xebatên xwe kirine û di mijara pêşîgirtina tundiya li dijî jinan de xebatên komîsyonê wê têr nekin û got: “Tundî polîtîk e. Divê hemû saziyên jinan yên bajar û civak di vê mijarê de têbikoşin.” BI DÎMEN