Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
- 13:45 16 Kanûn 2022
- Rojane
MÊRDÎN – Nûrşîn Tûran a bi guleyeke bi serê wê ketî giran birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Nûrşîn Tûran a li taxa Elîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijîya, di 6’ê kanûnê de bi awayekî gule bi serê wê ketî rakiribûn nexweşxaneyê. Nûrşîn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Hatibû îdiakirin ku Nûrşîn Tûran a di 6’ê kanûnê de ji aliyê çepê ve gule bi serê wê ketiye, întîhar kiriye.
Hate diyarkirin ku birayê Nûrşînê li ser mirina wê ya biguman hatibû binçavkirin, hatiye berdan.