Serhildana li Îranê di pêşengiya jinan de dewam dike

  • 11:06 16 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tevî kuştin, girtin û êşkenceyê 3 meh li pey xwe hiştin û bê navber dewam dike.
 
Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengya jinan hat destpêkirin 3 meh li pey xwe hiştin. Serhildan bê navber didome.
 
Duh li bajarê Abadan ê paarêzgeha Îlamê gel jina ciwan a bi navê Sonya Şerîfî ku du meh bun hatibû binçavkirin pêşwazî kir. Welatiyên ku daketin kolanan pêşwaziya li jina ciwan veguherandin xwepêşandanê.
 
Li bajarê Şabadî yê parêzgeha Kirmaşanê merasîma çileya Elîreza Kerîm ku di xwepêşandana Şabad ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû kuştin, hate kirin.
 
Li parêzgeha Urmiyeyê jî duh rayedaran rê nedan malbatên 6 xwepêşanderan ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, biçin girtîgehê û zarokên xwe bibînin. Tevî hemû êriş û girtinan, li gelek bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandanên dijî dewleta Îranê bê navber dewam dikin.
 
Komeleya Çalakvanan ya Mafên Mirovan a Îranê di 14’ê Kanunê de derbarê hejmara kesên di xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek belavkir. Li gorî daxuyaniyê ji ji roja serhildana li Rojhilat û Îranê destpêkirî heta 13 Kanunê ve herî kêm 493 kes di encama gulebaran, êşkence û lêdana hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ji vê hejmarê 68 kes dibin temenê 18 saliyê dene.
 
Li gorî agahiyan di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilat û Îranê de, herî kêm 18 hezar û 424 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Ji vê hejmarê nasnameya 3 hezar û 842 kesan hatiye piştrastkirin.