Jina ku parastina xwe ya cewherî kir hat girtin
- 11:02 16 Kanûn 2022
- Rojane
KONYA - Ayşe Temel ku li navçeya Selçukluyê li dijî mêrê bi navê Mûrat Can Eskîcî yê destdirêjî lê dikir parastina xwe ya cewherî kir û kuşt, hat girtin.
Ayşe Temel li navçeya Selçuklu ya Konyayê li dijî mêrê bi navê Mûrat Can Eskîcî ku 3 sal bûn bi awayekî sîstematîk destdirêjî lê dikir, parastina xwe ya cewherî kir û kuşt. Bûyer di 12’yê kanûnê de çêbû û Ayşe hat binçavkirin. Şandeya dadgehê ji bo Ayşeyê biryara girtinê da.
Ayşe, di danişîna dozê de diyar kir ku Mûrat Can Eskîcî zêdetirî 3 sal in bi awayekî sîstematîk destdirêjiyê li wê dike û gefa tecawizkirina zaroka wê lê xwariye. Hat zanîn ku Mûrat Can Eskîcî beriya niha jî destdirêjî li xizmeka xwe kiriye.