Li Îzmîrê li dijî tecrîdê meşa girseyî

  • 10:55 16 Kanûn 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê meşeke girseyî bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna meşê bang hat kirin. 
 
Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin. 
 
Meş dê di 18’ê kanûnê saet di 16.00’an de bi dirûşma “Em li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li pêşiya Sumerbank a Berê dest pê bike û heta Quleya Saetê bidome. 
 
Ji bo tevlîbûna meşê bang hat kirin.