Serdana şandeya jinên Bakur a ji bo Başûr bi dawî bû

  • 09:09 16 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê, serdana başûrê Kurdistanê kir. Şande bi gelek partî, sazî, rêxistin û kesayetan re civiya. Di civînan de nêrîn û pêşniyarên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
 
Roja 10’ê kanûna 2022’yan Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlementer, akademîsyen û çalakvanan pêkdihatin û di heman demê de endamên Platforma Yekitiya Jinên her çar parçeyên Kurdistanê ne, serdana başûrê Kurdistanê kirin. Şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, rêxistin, sazî û kesayetên Başûr re civiyan.
 
Şande ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr ku di heman demê de endama Platforma Jinên Kurd e, Cîgira Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, Akademisyen Evîn Aydin, Endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pêk dihat.
 
Di nava pênc rojên ku şande li Başûr man de, bi jinên di nava partiyên siyasî de, rêxistinên jinan û kesayetên diyar ên başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêkhatin. Di hevdîtinan de nîqaş li ser çawaniya avakirina hemahengî û avakirina yekitiya jinên kurd hat kirin.
 
Li Hewlêrê hevdîtin
 
Şande roja destpêkê li Hewlêrê serdana Yekitiya Parlementerên Kurdistanê kirin. Şande ji aliyê Serokê Yekitiya Parlementeran Cemal Qasim û Cîgirê Serokê Parlementerên Kurdistanê Kerîm Behrî û endamên din ên yekitiya parlementeran ve hat pêşawzîkirin.
 
Di civîna li gel Yekitiya Parlementerên Kurdistanê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî hat kirin û hat gotin Kurdistan bi giştî di rewşek metirsîdar de derbas dibe. Welatên cîran li fersendan digerin daku destkeftiyên başûrê Kurdistanê tine bikin. Her wiha hêvî xwestin yekitiya kurdan li her çar parçan pêk were.
 
Piştre şandeyê serdana Encûmena Bilind ya Xaniman kir û ji aliyê Emîndara Giştî ya Encûmena Xaniman Dr. Xanzad Ehmed ve hate pêşwazîkirin. Di serdanê behsa rola jinên bakurê Kurdistan û têkoşîna jinan hate kirin.
 
Her wiha behsa xebat û têkoşîna jinan hat kirin û hat gotin; “Têkoşînek bê jin nagihi encamê, ji bo vê divê xebat û pêşengtiya jinan ya li her çar parçeyên Kurdistanê dewam bike. Ji ber ku xebata jinan bi xebata nîştimanî ve girêdayî ye.”
 
Her du aliyan behsa rola jinan ya li hemberî dijmin û rola jinan ya ji bo xebata netewî ya Gelê Kurd kirin. Her wiha behsa girîngiya hebûna yekîtiya jinan ya her çar parçeyên Kurdistanê hate kirin , ji ber ku jin dikarin bi yekîtiyê astengiyan derbaz bikin û hate xwestin Encûmena Xaniman peywendiyek baş bi jinên bakurê Kurdistanê re çêbike.
 
Hevdîtinên li Silêmaniyê
 
Şande di roja sêyem de derbasî Silêmaniyê bû û li gel jinên di nava partiyên siyasî û rêxistinan de civiya. Şandeyê li Silêmaniyê bi rêzê ve serdana Tevgera Goran, Hizba Şûî Kurdistan, Tevgera Azadî, RJAK, Hizba Sosyalîst, Yekitiya Jinan, Şanaz îbrahîm Ehmed, Sekreteriya Xwişkên Yekgirtûya Îslamî û Rêxistina Xwişkên Îslamî yên Komela Dadgerî kir. Di serdanan de li ser çawaniya avakirina hemahengî û avakirina yekitiya jinên her çar parçên Kurdistanê axivîn.
 
Di civîna li gel Şanaz Îbrahîm Ehmed de li ser pirsgirêkên giştî jinên kurd axivîn. Her wiha diyar kirin ku divê qonaxê de li beramberî bûyerên ku çêdibin pêwîstiya jinên kurd bi helwestek hevpar heye. Şanaz Îbrahîm da zanîn ew ê hertim piştgiriyê bide dakû platformek giştî ya yekitiya jinên kurd çêbe.