Abdullah Ocalan ji bo zîhniyeta AKP û tarîkatan çi gotibû?

  • 09:06 16 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Têkiliya Weqfa Hîranur û desthilatdariyê ya bi cemaet û tarîkatan re tê nîqaşkirin û Abdullah Ocalan bi salan berê di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re qetiklirina Medîne Memî ya zindî hatibû çalkirin û her wiha zîhniyeta desthilatdariyê ya ji bo jinan xetereyeke çawa ye, nirxandibû. 
 
Li Stenbolê, damezrînerê Weqfa Hîranur ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G di bin navê “mehra melayî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bi salan destdirêjiya sîstematîk lê hat kirin. Bi gilîkirina H.K.G bûyer derket holê û carek din bûyerên tacîz û destdirêjiya tarîkat û cemaetan hat rojevê. Têkiliya AKP’ê ya bi cemaet û tarîkatan re tê nîqaşkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinek xwe de zaroka bi navê Medîne Memî ya li Semsurê serê sala 2010’an de bi zindî hat çalkirin û qetilkirin nirxandibû û der barê têkiliya desthilatdariya AKP’ê ya bi cemaet û tarîkatan re wek xetereyeke li hember jin û zarokan girtibû dest.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina Sibata 2010’an a bi parêzeran re  diyar kiribû ku zaroka 16 salî bi zindî hatiye çalkirin û gotibû tarîkata Menzîlê li Semsûrê xebatên mezin dimeşînin.
 
‘Ez di esasa rêzdariya li hember jinê de nêz dibim’
 
Abdullah Ocalan bal kişandibû ser têkiliya jin û mêr û wiha gotibû: “Di têkiliya jin û mêr de nivîskarek jî diyar dike-Jin teslîmê mêr dibe an jî mêr teslîmê jinê dibe?Ev der bêguman tê nîqaşkirin, li gorî min di roja îro de her du jî teslîmê hev bûne. Divê têkiliya jin-mêr baş bê fêmkirin. Di kîjan esasê de bi jinekê re tên gelhev girîng e. Ez hatim vî temenî hîna jî difikirim ku divê di kîjan esasê de bi jinekê re bê gel hev, bi jinekê re bêm gel hev çi diaxivim, kîjan mijaran biaxivim. Slovaj Zîzek dibêje ‘Tişta herî zêde min kelecanî dike bi jineke ku ji min zîrektir re axaftina felsefê ye’.Divê bi jinê re diyalogek di esasek diyarkirî de bê avakirin. Bi nêzîkatiya rast, yanî di mijara hatina gel hev a jin û mêrekî de, ez ji vê re dibêjim zimanê avabûna gerdûnê. Yanî ez dibêjim terza avabûna gerdûnê. Ez wisa li têkiliya jin û mêrekî dinêrim. Ev tereza têkiliyê, ger ku di esasa azadiyê de bê bidestxistin wê bigihêje lûtkeyan. Ez di esasa rêzdariya li hember jinê nêz dibim. Jin îro min evqas bişopînin wê demê xuyaye ku min hinek aliyên wan kifş kirine. Ez gelek nirxê didim jinê. Divê jin azadiya xwe biparêze.  Ez nirxê didim vê.  Divê jin di her alî de azadiya xwe pêş bixe. Divê xwe di vê mijarê de bi bandor bike. Ez dixwazim mînakekê bidim. Jinek bi navê Hypatîa ya Îskenderiyeyî Piştî Zayînê di 415’an de ji aliyê Xiristiyanên ewil yên demî ve ji ber fikrên wê mahkumê mirinê tê kirin. Ji jinê re dibêjin ku, ‘Tu li hember qanûnên me rabûye’.  Jin li dijî tundiya wan bi felsefê bersivê dide. Her ku ew êrîş dikin jin xwe li felsefê dike, bi felsefê xwe diparêze. Felsefa xwe datîne holê. Ji ciwanên dora xwe re dibêje ‘Hûn tund nêzî min dibin, hûn di esasa zayendê de nêzî min dibin, ez vê qebûl nakim.’ Piştre jin bi keviran tê kuştin. Belê ez jî dibêjim ku divê jin ji bo azadiya xwe, xwe wisa biparêze.”
 
‘Ya hatiye çalkirin jin e, mirovahî ye’
 
Abdullah Ocalan di berdewamiya vê nirxandinê de van tiştan tîne ziman: “Li Semsurê zarokek keç zindî çal kirine, zindî! Ax avêtine ser bi zindî. Ya hatiye çalkirin jin e, jintî ye, hemû mirovahî ye. Çalkirina kesekê çalkirina mîlyonek kes e. Tu cudahî di navberê de tune ye.”
 
‘Zîhniyta AKP’ê pir xetere ye’
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de diyar dike ku zîhniyeta AKP’ê gelek xeter e û wiha dirêjî daye xaftina xwe: “Zîhniyeta AKP’ê gelek xetere ye. Xetere ne tenê ji bo Kurdan e. AKP ji bo jinan xetereyek mezin e. Jin azadiya ku dîtine dikare li bermahiyên wê jî bigerin. Li Semsûrê tarîkata Menzîlê bi bandor e. Li vir zarokek keç biz indî tê çalkirin, ev ji recmê xetertire. Belê zîhniyeta AKP’ê ev e. Di çalkirinê de mirov hêdî hêdî axê dixwin û dimirin. Lê di remcê de mirov qe nebe bîhna xwe digirin. Dîsa di rojnameyan de her roj tundiya li ser jinê cih digire. Mêr li kolanê li jinê tundiyê dike û dibêje ‘te ji min hez nekir’ û dikuje. Li cihekî din guh jê dikin, poz jê dikin, ev hemû berhema vê zîhniyetê ye. Ji bo vê dibêjim ku divê di esasa felsefê de em nêz bibin. Divê xebatên felsefîk bên kirin, bê nîqaşkirin, bên rêxistinkirin. Ancax ev dikarin vê zîhniyetê rawestînin. An jî encam wê wisa be. Azadiyên niha yên bi sînor jî wê winda bibin.”
 
‘Divê jin rêxistinên xwe bidomînin’
 
Abdullah Ocalan balkişand ser têkiliya bi jinan re ava kirine û wiha vedibêje: “Jiyana min ya 61 salî bi têkoşîna li dijî feraseta namûsa sexte derbas bû. Derketina min ya ji gund jî girêdayê vê bû. Ez gelek li ser vê hûr bûm. Ez bawer bikim ku min hişmendiya azadiya jinê derxistiye holê. Kakila 61 sal jiyana min jî ev e. Tiştên li keçika biçûk ya Semsurê hatiye kirin li holê ye. Bi qasî rêxistinbûna jinan divê zarokên keç jî tê de bi perwerdehiya jinan re eleqederbûn hebû.”
 
Çareserî akademî ne
 
Abdullah Ocalan bal dikşîne ser riyên hişmendîkirina jinê û wiha baldikşîne ser girîngiya akademiyan: “Divê jin di her mijarê de xwe rêxistin bikin, bibin xwedî hişmendî. Min behsa Akademiyên Jinan yên Azad kiribûn. Divê em wisa piştguh neyê kirin. Ji hunerê heta sporê, ji tenduristiyê heta çandê heta modayê divê di her qadê de perwerdehiyek hebe. Di rojên borî de min nûçeyek xwend. Li Êlihê maxazeyek tê vekirin û ji Ukraynayê modelekê-jinekê tînin. Ev ji min re qerfî hat. Lê cihê ku moda lê vejiyaye, Mezopotamyaya ku Êlih jî têde ye. Ya girîng eve ku em derkeve holê.  Ji hunerê heta sporê, tenduristiyê heta çandê divê li her qadê perwerde hebe. Divê em bandor li cil û bergên me jî bike. Heta civakîbûn tunebe şexsîbûn jî bi tena serê xwe tiştekî îfade nake.”