ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 16 Kanûn 2022
  • Rojev
*Em dizanin ku nirxên folkrolorîk civakê ligel hev digire û têkiliyek xurt ava dike. Muzîk ji bo çandê bide xuyakirin yek ji qada herî bi bandor a hunerê ye. Di berdewamkirina çandê de huner rolek girîng dilîze. Di navbera hawira çandî û hunermend de têkiliyek heye. Muzîka gelekî, ji folklora wê civakê xwedî dibe. Dema huner tê îcrakirin, di baskê muzîkê de gotinên wêjeyî jî tevlî bibe ev rewş hîn bêtir zelal dibe.  JI NÎQAŞÊN JINEOLOJÎ
 
*Têkoşîna esnafên jin ên li Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê berdewam dike. Seroka Bazara Jiyanê Nûrdan Saltik, diyar kir ku bi salane pirsgirêkan dijîn û got: "Hewl didin ku me ji bazarê derxin û tevahî bidin esnafên mêr. Lê belê em vî tiştî qebûl nakin em ê heta dawiyê xwedî li keda xwe derkevin." BI DÎMEN 
 
*Têkiliya Weqfa Hîranur û desthilatdariyê ya bi cemaet û tarîkatan re tê nîqaşkirin û Abdullah Ocalan bi salan berê di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re qetiklirina Medîne Memî ya zindî hatibû çalkirin û her wiha zîhniyeta desthilatdariyê ya ji bo jinan xetereyeke çawa ye, nirxandibû.