Şandeya bakurê Kurdistanê serdana Komeleya Karkerên Mezopotamyayê kir

  • 15:39 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe de li Silêmaniyê serdana Komeleya Karkerên Mezopotamya kir. Wê şande piştî vê serdanê vegere Bakurê Kurdistanê.
 
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê bi serokatiya Nuran Îmîr serdana ofîsa Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê Berdevkê Komeleya Karkerên Mezopotamya Musa Çiftçî ve hate pêşwazîkirin.
 
Di serdanê de Mûsa Çiftçî axivî û got: “Sed sal in siyaseta tinekirinê li ser gelê me tê meşandin. 4 sal in şerek dijwar li dijî gelê me tê meşandin. Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Ev hevalên ku endamên rêxistina me nin, bi salan ji ber rewşa siyasî di nava girtîgehê de jiyan kirine. Em li ku derê bîn divê girîngiyê bidin siyasetê û têkoşîn û berxwedanê li dijî vî dijminê zalim û stemkar bikin.”
 
Piştre Nuran Îmîr axivî û wiha bal kişand ser têkoşînê: “Em ji bo 2 xalên sereke li vir in. Yekem, çareserkirina pirsgirêka jinan û avakirina platforma giştî ya yekîtiya jinên kurde, xala duyemîn jî mijara neteweyî ya kurd e. Ger dijmin nikare kurdan tine bike, ji ber têkoşîna mezin a Gelê Kurd.”
 
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê ev çar roj in li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dike. Het niha serdana nêzî 20 navend û rêxistinan kiriye. Aramanca serdana wan avakirina plotforma jinên her çar parçeyê Kurdistanê ye. Îro roja dawî ya  serdana wane.