Ji 'Nobeta Edalet' banga 'Bila tecrîd bê bidawîkirin'

  • 15:36 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê 151 roj in berdewam dike. Malbatên girtiyan li ber Edliya Îzmîrê kom bûn û bang bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê û hemû girtîgehan kirin. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê berdewam dike. Malbatên girtiyan 151 roj in ji bo girtiyan di nav berxwedanê de nin. Çalakiya îro ya malbatan li ber Edliya Îzmîrê pêk hat. Malbatên girtiyan berdilkên li ser "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Deng bide zindanan" li xwe kirin û dirûşma "Jin jiyan azadî", “Ji şer re na, hema niha aştî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyaka, Rêxistina Partiya Azadiya Civakê (TOP) û jinên ji Piştevaniya Mor ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya malbatan bûn. 
 
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz di çalakiyê de axivî û got: "151 roj in em ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin dicivîn. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Di serî de li Îmraliyê û li hemû girtiyan polîtîkayên tecrîdê tê meşandin. Divê tecrîd bê bi dawî kirin. Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin û aştî pêk bê. Bila dayik êdî negirîn."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên li Îzmîrê piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.