Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

  • 13:19 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlkê xwe re hevdîtinê di nava hefteyekê de cara duyem serlêdan kirin.  
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo ku biçin li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
 
Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
 
Di hefteyekê de du serlêdan
 
Parêzeran di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.  Lê belê serlêdan bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin. Carinan piştî mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn.
 
Herî dawîn piştî qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya13’ê Nîsanê hat kirin, di 18’ê Cotmehê de qediya, hate diyarkirin ku ev qedexe bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.
 
Piştî ku Komîteya Pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa Rêberê PKK'ê zêde bûn. CPT’ê di 3’ê Cotmehê de diyar kiribû ku ew çûne Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî.
 
Lê Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kiribû ku wan bihîstine di dema serdana CPT’ê de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pêk nehatiye. Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 29'ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û gotibû, "Me bihîst ku di Îlona 2022'an de dema CPT çû Girava Îmraliyê rêzdar Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye."