Doza Şîmonî Dîrîl hat taloqkirin: Rastî tên veşartin

  • 12:26 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
 
ŞIRNEX - 4'emîn danişîna doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin hat dîtin û danişîn taloqê 15'ê kanûnê hat kirin. 
 
Li gundê Kovankaya yê navçeya Elkê ya Şirnexê di 11'ê çileya 2020'î de hevjînên hev Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmon Dîrîl (65) winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl 70 roj piştî bûyerê di Çemê Hezîlê de hatibû dîtin. Ji Hurmuz Dîrîl jî heta niha tu agahî nîne. 4'emîn danişîna doza windakirina malbata Dîrîl ku Apro Diril wek bersûc tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. 
 
Zarokên Hurmuz û Şîmon Dîrîl û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Her wiha tekane bersûcê dozê Apro Dîrîl jî li li danişînê amade bû.
 
Danişîn bi guhdarkirina şahîdan dest pê kir. Ewilî li şahid K., Tekmen hate guhdarkirin. K., diyar kir ku derheqê bûyerê de agahiyên wî ne zêde nin û got: “E., Aslan derheqê bûyerê de ji min re agahî da. Îfade û daxwaznameyên xwe wekî agahiyên ku ji min re hatiye gotin derbas kir.”
 
Şahîd, E. Aslan jî ji ber şaşitiya tespîta nasnameya wî nehat guhdarkirin.
 
‘Rastî tên veşartin’
 
Parezêrê malbatê Rojhat Dîlsîz destnîşan kir ku tê xwestin ser rastiyan were girtin û got: “Dosya bi awayekî berfireh nayê lêkolînkirin. Digel qeydên HTS’ê û piştrastan sûcên li ser dozê nayê qebûlkirin. Ev ne tenê dosyayek qetilkirinê ye. Heke baş were lêkolînkirin ev dosya piralî ye û tê de gelek babetên din dihewîne. Tê xwestin dosya were berovajîkirin. Şahîdên ku tên guhdarkirin tên tirsandin. Divê astengiyên li ser dosyayê were rakirin.”
 
Parezerê Apro, Nîhat Karataş jî daxwaza serbestberdana muwekîla xwe kir û got: “Di mirina Şîmonî Dîrîl de tu bandorek muwekîla min nîne. Şîmonî bi awayekî xwezayî hatiye kuştin. Hemû piştrast hatine dîtin û êdî ji bo piştrast nema ne. Berdewamiya girtina muwekîla min sîstemek îşkenceyê ye.”
 
Herî dawî jî Apro axivî û sûcên li ser xwe qebûl nekir û got: “Baweriya min bi edaletê heye. Sûcên li ser min hemû derew in. Ez serbestberdana xwe dixwazim.”
 
Şandeya dadgehê biryara xwe da û ji ber komkirina piştrastên nû dozê taloqê 3’yê Sibatê ya 2023’yan kir.