Wê ji bo 16 rojnamegerên girtî sibehê daxuyanî bê dayin

  • 11:34 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Wê sibehê bi pêşengiya MKGP û DFG'ê ji bo 16 rojnamegerên ev 6 meh in girtîne, li Amedê bi beşdariya rojnameger û saziyên civakî daxuyaniya çapemeniyê bê dayin. 
 
Ji bo 16 rojnamegerên ku di 8'ê Hezîranê de hatin binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin wê sibehê bi pêşengiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) saet di 11.00'an de li ber Edliyeya Amedê bi beşdariya rojnameger û saziyên civakî daxuyaniya çapemeniyê bê dayin.