Neteweyên Yekbûyî Îran ji Komîsyona Statuya Jinan derxist

  • 11:15 15 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî Îran ji Komîsyona Statuya Jinan derxist.
 
Navenda Nûçeyan - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di encama dengdana Encumena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji 54 kesan pêk tê de, biryar hat dayîn ku Îran ji Komîsyona Statuya Jinan were derxistin. Komîsyon bi armanca xurtkirina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan xebatên hevpar dimeşîne.
 
Ji 29 welatên endam ên beşdarî dengdanê bûn ji bo ji komîsyonê derxistina Îranê deng dan, 16 jî bêalî man. Bolîvya, Şîlî, Kazakistan, Nîkaragua, Nîjerya, Oman, Rûsya û Zimbabwe li dijî biryarnameyê deng dan.