Senatorên Fransî êrişên dewleta tirk şermezar kirin

  • 11:10 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 24 senatorên senatoya Fransayê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û êrişên kîmyewî yên li ser têkoşerên azadiyê bi dowîzan çalakî li dar xist.
 
Li Senatoya Fransayê, parlamenterên ji komên siyasî yên cuda hatin gel hev, ji bo Kurdan çalakî li dar xist. 24 senator tevlî çalakiyê bûn. Senatoran bal kişandin ser êrişên dewleta tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarê êrişên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, banga avakirina şandeyeke navneteweyî kirin.
 
Parlamenteran, dowîzên li ser “Çekên kîmyewî; Bi lez û bez dest bi vekolînê bikin“, “Erdogan rawestîne“, “Aştî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re“ û “Piştevanî bi gelê Kurd re“ nivîsandî, hildan û polîtîkaya şer a dewleta tirk a bi ser Kurdan protesto kir.
 
Roja 1’ê Kanûnê jî çar senatorên ji komên siyasî yên cuda li Senatoya Fransayê, daxuyanî da çapemeniyê û êrişên dewleta tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û bang li Fransayê kirin ku nehêle dewleta tirk tevgereke dagirkeriyê bike. Di heman daxuyaniya çapemeniyê de senatoran da xuyakirin ku ew ê meha çileyê şandeyekê bişînin herêmê.
 
Meha tîrmehê jî bi pêşengiya Senator Laûrence Cohen ji bo qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin, bi îmzeyên 102 senatoran metnekê bangawaziyê weşand.