Tevî bidawîbûna lêpirsînê jî Zila Khair nehat berdan

  • 10:35 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvana mamostayan Zila Khair, tevî temambûna lêpirsina wê jî heta niha li Girtîgeha Edlabad a Şîrazê girtî ye. Encûmena Hemahengî ya Komara Rewşebirên Îranê diyar kir ku lêpirsîna çalakvana sendikaya mamostayan Zila Khair li bajarê Fars temam bûye, lê ruxmê vê jî nehatiye berdan û wê vegerandine girtîgeha Edlabad ya Şîrazê.
 
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, tevî hemû zext, girtin, kuştin û darvekirinan jî berdewam dike. Encûmena hemahengî ya Komara Rewşebirên Îranê ragihandin ku çalakvana mamostayan Zila Khair a di 22’yê Mijdarê de li mala xwe ya Kazrewan ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû girtin, ruxmê ku karûbarê lêpirsinê temam bûye jî nehat berdan û hê li girtîgeha Edlabad ya Şîrazê girtî ye.
 
Encûmena Hemahengî ya Komara Rewşebirên Îranê diyar kir ku lêpirsîna çalakvana sendikaya mamostayan Zila Khair li bajarê Fars temam bûye, lê ruxmê vê jî nehatiye berdan û wê vegerandine girtîgeha Edlabad ya Şîrazê.