Xelata Danielle Mitterrand a 2022'yan ji bo Rojava hat dayin

  • 10:29 15 Kanûn 2022
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Danielle Mitterrand Xelata Danielle Mitterrand a îsal da "Damezrînerên utopyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê." Merasîma xelatdayinê li Parîsê hate lidarxistin û gelek siyasetmedar, lêkolîner, sînemavan, rêveberên herêmî û ji Rojava heyetek tevlî bûn.

Weqfa Danielle Mitterrand derbarê mijarê de wiha got, "Çavkaniyeke rasteqîn a sûdwergirtinê ye ku li ser enqazekê civakeke nû ya demokratîk, ekolojîk û wekhev ava dike" û xelata îsal a Danielle Mitterrand da afirînerên Rojava.
 
Merasîma xelatdayinê li Parîsê hate lidarxistin û gelek siyasetmedar, lêkolîner, sînemavan, rêveberên herêmî û ji Rojava heyetek tevlî bûn.
 
Bi navê heyeta Rojava; Rawchen Suleman, Hevşaredara Kantona Cizîrê Bêrîvan Omar, Hevşaredarê Qamişloyê Suleman Khalîl, Hevserokê Komeleya 13 Kesk Zîver Şero û Nûnerê Rojava yê li Parîsê Xalit Îsa amade bûn. Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F Agît Polat, Seroka France Kurdistan Sylvie Jan, gelek rêveberên Weqfa Mitterrand, nivîskar Corinne Morel Darleux, kurê Mitterrand Gilbert Mitterrand, lêkolîner Somayeh Rostampour, Senator Laurence Cohen, Veronique DE Geoffroy, Şaredara Creche Laettia Hamot, Berpirsyarê Têkiliyên derve yê Şaredariya Zoe Lorioux Chevallier, berdevkê projeya JASMINES û gelek siyasetmedar tevlî merasîmê bûn.
 
Di destpêka merasîma xelatdayinê de koma jinê ya Kevana Zêrîn a di bin sîwana Tev-Çand a Parîsê de karê muzîkê dike, derkete ser dikê. Corinne Morel Darleux moderatorî ji merasîmê re kir. Piştre Gilbert Mitterrand ji bo axaftina destpêkê derkete ser dikê.
 
Gilbert Mitterrand diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ji ber ku Xelata 10'emîn a Danielle Mitterand didin "Avakarên utopyayên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
 
Gilbert Mitterrand bal kişand ser êrîş û gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku ev êrîşkarî jiyana bi hev re ya aştiyane û azadiya jinê dixin metirsiyê. Gilbert Mitterrand got, "Ev xelat di heman demê de nîşaneya piştgiriya me ye" û heyeta Rojava silav kir.
 
Delegasyona Rojava jî yek bi yek mafê axaftinê wergirt û spasiya weqfê kir, ji ber dayina xelatê. Her wiha diya rkirin ku Rojava wê her tim welatê jiyana bi hev re û afirîneriyê be.
 
Qisekeran her wiha bang li Fransayê kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê.