Li Girtîgeha Jinan a Amedê tundî zêde bûye

  • 10:23 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Bi hatina mudura nû yê Girtîgeha Jinan a Amedê re tundiya dihat kirin zêdetir bû. Hat diyarkirin ku bi tundiya tê kirin re bi ser qawîşên jinan de hatiye girtin.
 
Binpêkirinên mafan lê girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî agahiyên ku ji jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê ne hatin giritn, hat diyarkirin ku bi hatina mudura nû yê girtîgehê re binpêkirinên mafan ên tên kirin zêdetir bûne.
 
Girtiyan diyar kir ku Mudura bi navê Esra bi ser qawîşên wan de girtiyê û lêgerîn daye kirin. Herwiha hat diyarkirin ku girtiyan xwestine di dema serdegirtinê de kesên ketin qawîşan pêlavên xwe derbixin lê wan dernexistine û girtiyên ku bi dirûşman ev pêkanîn şermezar kirine jî lêpirsîna disîplînê hatine cezakirin.
 
Girtiyan diyar kir ku bi tundiya tê kirin re dixwazin girtiyên ku wê di nava du mehan de bên tehliyekirin înfaza wan bişewitînin.
 
Girtiyan xwestin ku raya giştî dengê wan bibihîze û piştgirî ji wan re bê dayîn.