Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket

  • 10:15 15 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara 52'yemîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Li dijî paşverûtî, xizanî û şer em di nava raperînê de ne" derket. 
 
Hejmara 52'yemîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Li dijî paşverûtî, xizanî û şer em di nava raperînê de ne" derket. Di hejmara nû de jinan bal kişandin ser êrişa zayendî ya li ser zarokan a bi tecawiza sîstematîk a li Weqfa Hiranur a Cemaata Îsmail Aga dîsa hat rojevê. 
 
Di hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya ji 15 rojî carekê derdikeve de Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, bi nivîsa bi serenavê "Di budçeyê de navê jinê tune ye" bal kişand ser nîqaşên budçeyê yên li meclîsê. Nesli Şahiner jî bal kişand ser nîqaşên mûçeya herî kêm. 
 
Her wiha jinan di hejmara nû de bal kişandin ser mijarên mîna kampanyaya ji bo mafên jinan ên civakî hatibû destpêkirin, bal kişandin ser parastina mafê zarokan û hinek xalên tendirustiyê yên jinan. 
 
Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin nivîsên jinan: