ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 15 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Li Colemêrgê jinên di kargeriyên cuda de dixebitin, diyar dikin ku beramberê keda xwe nagirin û wiha got: “Em beramberê keda xwe nagirin.” DÎMEN HEYE
 
*Di navbera 10-17'ê mehê de Hefteya Mafê Mirovan e. Lê belê li çar aliyên welatê me binpêkirina mafên mirovan didomin. Bi taybet jî li dijî zarokan ev binpêkirina mafên gelek in. Welatên Peymana Parastina Mafê Zarokan îmze kirine jî xalên di peymanê de bi cih nînin. Destdirêjî, tundî, îşkence, zewaca di temenê zarokatiyê de li hemberî zarokan dikeve meriyetê. Li dijî vê yekê jî bi taybet têkoşîna jinên kurd û gelê Kurd didome. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka Çev-Derê Arzu Dînçer balkişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li hember Başûrê Kurdistanê û da zanîn ligel mirovan texrîbatek mezin li ser xwezayê dibe. Arzuyê bi lêv kir ku bandora vê texrîbatê bi sedsalan didome û bikaranîna kîmyasalê şerê hilweşîna ekolojîk e. DÎMEN HEYE
 
*Hunermendên strana ‘Beraye azadî’ ku têkoşîna li dijî serdestiya mêr vedibêje, bi sê zimanan distrên, silav ji şoreşa Îranê re şandin û bal kişandin ser dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ya bûye gerdûnî. DÎMEN HEYE