Şandeya Bakur bi REPAK û YNK'ê re hevdîtin kir

  • 15:38 14 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a bakurê Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe de li Silêmaniyê serdana jinên sosyalîst, Yekîtiya Jinan û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd kir.
 
Li Silêmaniyê şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a bakurê Kurdistanê serdana baregeha sereke ya Yekîtiya Jinan a Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê kir. Piştre jî serdana Yekîtiya Jinan a YNK’ê û Rêxistinên Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK) kir.
 
Seroka Yekîtiya Jinan a Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê Pexşan Mihemed pêşwazî li şandeyekê kir. Pexşan Mihemed ji çapemeniyê re wiha axivî: “Em weke rêxistina pêşxistina jinên Partiya Sosyalîs Demokrat a Kurdistanê bi vê serdana vê şandeyê kêfxweş in. Şandeya Bakur di serdana xwe de pêşniyara avakirina platformek jinan a her çar parçeyên Kuristanê kir. Em bi vê pêşiyarê gelek kêfxweşin. Partiya me berê de jî timî piştgiriya aştî û mijarên cuda yên parçeyên din ên Kurdistanê bû û wê di siberojê de jî wiha be.”
 
Piştre şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a Bakurê Kurdistanê serdana Yekîtiya Jinan a YNK’ê kir. Piştî guftûgo û nîqaşan, Endama Sekreteriya Yekîtina Jinan Seywan Rustem têkildarî serdanê de axivî û got: “Em xêrhatina vê şandeyê dikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê nêzikbûna jinan karek erênî ye, ji bo em hemû zêdetir nêzî hev bibin û bi hev re kar li ser pirsgirêkên jinan bikin.”
 
Piştre şandeya şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê çû serdana REPAK’ê. Di guftûgoyan de soza karê bi hev re û têkoşîna hevbeş a ji bo pêşxisitna peywendiyên jinan a li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê dan.