Kesên di qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

  • 14:53 14 Kanûn 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – Bi minasebeta salvegera qedexeya derketina kolanan a Cizîrê ya 2015'an kesên ku jiyana xwe ji dest dan li Cizîrê hatin bîranîn.
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê, bi minesebeta salvegera qedexeya li navçeya Cizîrê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de hatibû ragihandin, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, Tevgera Jinên Azad(TJA), MEBYA-DER a Şirnexê, endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê MEBYA-DER a Cizîrê Serhat Kuçuk ve hat xwendin.
 
Serhat, diyar kir ku di pêvajoya qedexeyê de Cizîrê zirarek mezin dît û got: “Di pêvajoya qedexeya derketina derve de bi hezaran xanî hatin hilwêşandin û gelek binpêkirinên mafan pêk hatin. Yek ji van navçeyên ku qedexe lê hat ragihandin û herî zêde zerar dît jî Cizîrê bû. Li Cizîrê 3 mehan qedexe berdewam kir û di vê pêvajoyê de di nav de kal, pîr û zarok jî heyî nêzî 300 kesî jiyana xwe jidest dan. Bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes ji neçarî ji cih û warên xwe koçber bûn.”
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna wan ya heq û hiqûqê dê  ji bo pêvajoya qedexeyan berdewam bike û ev tişt hat gotin “Di pêvajoya qedexeyê de gelek malbatan nikaribû xwe bigihînin zarokên xwe. Bi dehan cenaze ji bêyî agahiya malbatan li gorîstanên bêkesan hatin definkirin. Her wiha gelek cenaze bi rojan li morgan hatin hiştin. Di pêvajoya qedexeyê de sûcê dijmirovî hat kirin. Derheqê sûc û binpêkirinan de hem ji bo hiqûqa navxweyî hem jî ji bo ya navneteweyî pêk bê gelek caran serlêdan hat kirin. Lê belê hemû serlêdanên ku hatin kirin bê encam man. Hemû sûcên ku di qedexeyê de hatin kirin ji hêla desthîlatdariya AKP-MHP’ê ve hatin rewakirin.”  
 
Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.