Li dijî şîdetê li Sûrê belavok hatin belavkirin

  • 14:30 14 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan, rêxistinên jinan a Amedê li navçeya Sûrê bi sernavê “Mafê jinan mafê mirovahiyeyê" belavok belav kir. 
 
Rêxistinên jinan ên li Amedê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan li navçeya Sûrê bi sernavê "Mafê jinan mafê mirovahiyeyê" bi mijara "Em mafê xwe dizanin û diparêzin. Ji bo mafê jinan piştevanî" belavok belav kir. Ji Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Komîsyona Jinan a Baroya Amedê jin tevlî belavkirina belavokan bûn. 
 
Jinan li Qada Deriyê Çiyê kom bûn, li sûka Sûra Amedê belavok belavkirin.