Deriyê Brandergbûrgê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hat xemilandin

  • 14:25 14 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştgiriya çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, Deriyê Brandenbûrg a ku sembola Berlînê ye, bi lempeyên bi nivîsa ‘Jin, jiyan, azadî’ hate xemilandin.
 
Serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome û şermezarkirina êrîşên ku dewleta Îranê dibe ser xwepêşanderan, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, çalakiyeke bi roniyan hate kirin.
 
Bi biryara Şaredariya Bajarê Mezin dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku bûye dirûşma jinên dinyayê li ser Deriyê Brandenbûrg (Brandenbûrger Tor) bi roniyan hate bicihkirin. Ev derî him sembola Berlînê û him jî ya Elmanyayê ye. Li jora derî jî bi Farisî ‘Zan, zandegî, azadî’ hate nivîsandin.
 
Şaredara Bajarê Mezin a Berlînê Franzîska Gîffey jî wêneyên derî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal weşand û got “Ez bi heyranî li cesareta jinên li Îranê temaşe dikim. Berlîn bi we re ye.”