Jinên HDP'yî bi nûnerên Sefaretxaneya Almanyayê re hevdîtin kirin
- 13:53 14 Kanûn 2022
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran û endama meclisa partiyê Bedriye Yorgun, li ser têkoşîna jinan a li Kurdistanê bi nûnerên Sefaretxaneya Almanyayê re hatin gel hev.
Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Bajaran û endama meclisa partiyê Bedriye Yorgun, li ser têkoşîna jinan a li Kurdistanê bi nûnerên Sefaretxaneya Almanyayê re hatin gel hev. Di hevdîtina hat kirin de li ser kar û barê Meclisa Jinan a HDP, pergala hevserokatiyê, li Kurdistan û Tiriiyeyê têkoşîna jinê û Peymana Stenbolê hatin destgiritn.
'Alîkarî li gorî dihat xwestin nehat bikaranîn'
Ayşe ya di hevdîtinê de axivî got, "Li dijî êrîşên li ser Têkoşîna jinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê divê em têkoşîna xwe ya navneteweyî mezin bikin." Bedriye jî got ku li Tirkiyeyê li dijî penaberan alîkariya hat dayîn wekî dihat xwestin nehat bikaranîn.