Baroya Amedê ji bo Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê da

  • 13:06 14 Kanûn 2022
  • Hiqûq
AMED - Baroya Amedê ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk were serî li Wezareta Dadê û TTB’ê da. 
 
Baroya Amedê ji ber serlêdana 107 endamên xwe bi boneya hevdîtina li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, were kirin serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) da. Baroyê aşkere kir ku serlêdan roja duşemê kirine. 
 
Daxwaznameya serlêdana hevdîtinê bi îmzeya Serokê Baroya Amedê Nahît Eren hat kirin. Di daxwazneyê de hat destnîşankirin ku 107 endamên wan daxwaz kirine ku ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bi dawî bibe serî li TTB’ê û Wezaretê Dadê bê xistin û dest bi hewldanên hiqûqî bê kirin. 
  
Di serlêdanê hat diyarkirin ku mafên Abdullah Ocalan ên hevdîtinê ku bi Qanûna Bingehîn û Peymana Mafê Mirovan a Ewrpayê hatiye mîsogerkirin “mafê wî yê temsîlkirina parêzeran” hatiye binpêkirin. 
  
Di daxwaznameyê de wezîfeya baroyan û parêzeran hat bibîrxistin û baro bi parastina serdestiya hiqûqê û mafên mirovan ve wezîfedar in. Baroyê di daxwaznameyê de da zanîn ku ew wek Baroya Amedê bi xebatên li dijî binpêkirinên mafan re mijûl in û li dijî her cûre binpêkirinên mafan xebatan bi rê ve dibin. Baroyê destnîşan kir ku ew dixwazin qedexeya li pêşiya parêzeran bê rakirin da ku bi miwekîlên xwe re li gorî rêziknameya hiqûqa navxweyî û navnetewî hevdîtinê bikin ku dikaribin wezîfeya xwe ya parêzeriyê bicih bînin. 
 
Di daxwaznameyê de ji Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan tê xwestin ku ji bo şert û mercên tecrîdê demildest bikevin tevgerê û bi erka xwe rabin. 
 
Di daxwaznameyê de ev daxwaz hatin diyarkirin:
 
“*Ji mafên kesên girtî ye ku ew karibe bi parêzerên xwe re têkiliyê deyne û bi parêzerên xwe bişêwire.
 
*Kesên hatine girtin ji bo ku karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, divê dem hebe û rê li ber hevdîtinê were vekirin.
 
*Ji xeynî rewşên îstîsna yên di qanûnan de, kesên girtî divê karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, li ser girtiyan tu sansur tunebe û karibe têkiliyê deyne.
 
*Li gorî qanûnan divê parêzer ji bo ku karibe pîşeya xwe pêk bînin, divê karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.”