CPJ: Zextên li ser rojnamevanên kurd zêde bûne

  • 11:40 14 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN - CPJ'ê derbarê binpêkirinên mafan ên rojnamgeran de  raporek weşand û di raporê de Tirkiye di nava 5 welatên herî zêde rojnamevan lê di girtîgehan de ne nîşan da.  
 
Komîteya Parastina Rojnamevanan (The Committee to Protect Journalists-CPJ) derbarê rewşa rojnamevanan de raporek weşand CPJ'ê di rapora xwe ya weşand de wiha got; “Li temamê cîhanê di sala 2022’an de gelek rojnamevan hatine girtin. Vê salê gelek şer û zext çêbûn. Serokên otorîter ji bo dengê mûxalifan bibirin û azadiya çapemeniyê bidin sekinandin, nûçegihaniya serbixwe wekî sûc dibînin. Di sala 2022’an de 363 nûçegihan ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Li gorî par ev rêje ji sedî 20 zêde bûye û ev rewşeke xeter e.”
 
Hewiha di raporê de hate diyarkirin ku îsal herî zêde Îran, Çîn, Myanmar, Tirkiye û Belarûsê rojnamevan hatine girtin.
 
Di berdewamiya rporê de  hate diyarkirin ku li Tirkiye û Îranê bi taybetî li ser rojnamevanên Kurd zext gelekî zêde bûne û ev tişt hate gotin; “Li Îranê Kurdan berdêla protestokirina hikumetê dan û herî kêm 9 rojnamevên Kurd a niha girtî ne. Li Tirkiyeyê jî nûçegihanên JINNEWS’ê, Ajansa Mezopotamyayê û xebatkarên şîrketên produksiyonê bi giştî 25 rojnamevanên Kurd hatine girtin.  Li Iraqê jî îsal bi qasî ku hate tespîtkirin sê rojnamevan hatine girtin.”
 
CPJ’ê diyar kir li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî bûye 40 û bal kişand ser vî tiştî ku qanûna sansurê wê veguhere êrîşa li ser azadiya çapemeniyê.