Li Kumê 51 xwendekarên jin jehrî bûn

  • 11:25 14 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kumê yê Îranê 51 xwendekarên jin jehrî bûn.
 
51 xwendekarên jin ên li dibistana amadeyî ya keçan a Nûr a bajarê Kumê yê Îranê, ji ber gaza ku jê kişandin jehrî bûn, rakirin nexweşxaneyê. Heta niha nayê zanîn ka xwendekar ji ber kîjan gazê bi jehrê ketiye. 
 
Rayedarên hikûmeta Îslamiya Îranê ragihandin ku tenê piştî eşkerekirina encamên testê ew ê derbarê mijarê de agahiyan bidin.