Serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome

  • 11:16 14 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome.   
 
Tevî darvekirin, kuştin, girtin û îşkenceyê jî serhildana bi dirûşma"Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja  89’an de berdewam kir û xwendevanan ala serhildanê hilgirtine.
 
Li Rojhilatê Kurdistanê li beşek dibistanan, holên xwendinê û zanîngehê bi çalakiyên cuda çalakiyan berdewam kirin. Bi taybet li Sine, Kamîran û Merîwan çalakî hebûn.
 
Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, Dayika Ferhad û Ferzad Tehazade bi peyamek bi dîmen, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cezayê dervekirinê yên li kurên wê hatî birîn hewldana xwe zêde bike.
 
Ji derveyî cezayê darvekirinê yê li van herdu birayan, li bajarê Şimo cezayê darvekirinê li 4 xwepêşandanên din cezayê darvekirinê hatiye birîn.
 
Herwiha li Îranê jî, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînê nerazîbûn berdewam dikin. Li hejmarek zanîngeh û peymangeha xwendekaran nerazîbûn nîşan dan.
 
Herwiha ji derverî welat jî çalakiyên li dijî zext û darvekirinan berdewam dikin. Li welatên Brîtanya, Elmanya, Swêd, Îtalya, Norvêc, Kanada û Avistralya çalakiyên nerazibûnê hebûn.
 
Li deriyê Birandburgê Berlînê yê Elmanya, ji bo piştgirîkirina xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandin.