Dastan Jasîm: Îran û Tirkiye dê di vî şerî de bisernekeve

  • 09:01 14 Kanûn 2022
  • Rojane
Melek Avci
 
ENEQERE - Akademîsyen Dastan Jasîm êrişên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn wek plana paqijiya etnîk nirxand û got: “Îran û Tirkiye wê di vî şerî de bisernekeve. Dema komek mirov ji bo azadiya xwe bikevin tevgerê û şer bikin wisa hêsan nikarin bên sekinandin.”
 
Tirkiye bi operasyonên li hember Kurdan hewl dide plana qirêj ya Rojhilata Navîn bimeşîne û rejîma Îranê jî li dijî serhildanan êrîşan didomîne. Li Kurdistana ku polîtîka şerê taybet û êrîş didomin berxwedana gel planan vala derdixîne. Li aliyê din jî tifaqa şer hêrsa mezinbûna NATO û helwesta Ewropa ya li dijî van êrîşan ji ber penaberan, sedema bêdengiya li şer ava dike.
 
Desthilatdarî ji bo hilbijartinên 2023’yan bidest bixe polîtîka derve binpê dike û koas û krîza aborî ya li welat jî nikare bike bin kontrolê. Ji enstîtuya Aştiyê ya Kurd, pispor akademîsyen Dastan Jasîm der barê  polîtîka şer a Tirkiyeyê bêdengiya civaka navneteweyî nirxand.
 
* Tirkiyeyê bi taybet di şerê Sûriye û Iraqê de li herêmên Kurd piştgirî da çeteyên cîhadê û di 2015’an de li Tirkiyeyê operasyona ewil pêk anî. Hûn operasyonên di du salên dawî de li hember Kurdan pêk tê çawa dinirxînin?
 
Tirkiyê di destpêka 2010’an de li hember Kurdan polîtîkayek erênî dimeşand û di 2013’yan de ket pêvajoya aştiyê. Lê Erdogan encamên ku dixwest negirt dest. Di 2015’an de du bûyerên girîng pêş ketin. Ya ewil serkeftina HDP’ê ya li hember Erdogan bû. Mirov li dijî şerê Kobanê seferber bûn. Ev her du faktor ji bo gelê Kurd girîng bûn. Tirkiyê vê pêvajoya tecrîd li ser Kobanê pêk anî. Hemû sînor girtin. Serdestiya DAIŞ’ê ya li wir ji bo Tirkiyeyê ne pirsgirêk bû. Vê jî Kurd sor kirin û li Tirkiyê xwe rêxistin kirin û ji bo Kobanê seferber bûn. Ev ji bo Erdogan nebaş bû, ji ber Kurd li her du aliyên sînor têdikoşiyan. Hebûna DAIŞ’ê ya li sînorê Tirkiyeyê ji bo Erdogan ji hebûna Kurdan zirartir bû. Ji ber vê li hember Kurdan operasyon meşand û piştgiriyê de dide komên cîhadê. Em dizanin ku Tirkiye ji destpêkê de piştgiriyê dide muxalefeta li Sûriyeyê. Lê beşek mezin a muxalefetê ji xwe çeteyên cîhadîne. Erdogan bi aşkera piştgirî dida DAIŞ’ê. Me dît ku hemû proja Erdogan îslamiye.
 
* Di meha mijdarê de li Stenbolê êrişa bombeyî pêk hat û Tirkiyeyê Rojava hedef girt. Piştre êriş dan destpêkirin. Li gorî we sedema çavberdana Tirkiyeyê ya Rojava çiye?
 
Tirkiye Gelê Kurd hîna jî pirsgirêka mezin dibîne. Erdogan li gorî dilê xwe nikare Gelê Kurd birêve bibe. Bi koalîsyona MHP’ê jî nikare li gorî xwe wan birêve bibe. Muxalefet jî ji bo piraniyê dest bixe  têkoşe. Pirsgirêka herduyan jî ev e. Li hember Gelê Kurd kampanya dimeşînin û dixwazin dengan bigirin. Her wiha tirkiye sînorên xwe bi Rojava re test dike. Bi Rûsyayê re jî wisa dike û li hember welatên din jî vê dike. Tirkiye dizane ku Rojava ji ber NATO’yê hewcedarê wane û bi vê nêrînê tevdigere. Hewl didin zêdetir pêş bikevin. Tişta ku tê testkirin ev e. 
 
* Ligel êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê nîqaşên tevgera bejahî jî heye. Hêzên navneteweyî wê piştgiriyê bidin vê?
 
Mirov nikarin tiştek zelal bêjin. Welatên Rojava ji vê mijarê direvin. Ji ber vê jî Tirkiye dibêje ka em binêrin em çiqas pêş dikevin. Ger ku bertek neyê nîşandan, Tirkiye îhtîmalek mezin wê kontrolê bigire destê xwe an jî bajarekî wek Minbiçê bigire dest û serkeftinek sembolîk bidest bixe. Ji ber vê divê welatên Rojava helwesta xwe zelal nîşan bide. Tu yekî îfadeyên zelal bikar neanî. Ji DYA’yê li dijî êrîşan sînyalên zelal nehat nîşandan. Gotin piştgiriyê nadin êrişan lê ger ceza an jî pêkanînek neyê kirin ev tu tiştî îfade nake. Sergey Lavrov daxuyaniyek da û gor proja Kurd projeyek xetere û sûc avêt ser Kurdan. Yekitiya Ewropa di vê mijarê de bêdeng e. Swêd û Fînlandiya ji ber endamtiya NATO’yê hewcedarî bi Erdogan dibînin. Hem NATO hem jî Ewropa ji bo penaberan ji xwe dur bigire hewcedarî bi Tirkiyeyê dibînin. Ji ber vê jî tu tiştekî nabêjin. Îhtîmalek mezin wê Erdogan jî operasyonan bidomîne.
 
* Li aliyekî şerê Rusya-Ukraynayê li aliyê din şerê li Rojhilata Navîn. Li pêş Tirkiyeyê hilbijartinek heye. Plana Erdogan heye. Hêzên navneteweyî wê di hilbijartinan de piştgirî bidin desthilatdariya Erdogan?
 
Li gorî şertan dikare biguhere. Aboriya Tirkiyeyê her diçe xera dibe. Welatên Rojava bi îstîkrar tevdigere, ji bo wan kî ye çi dikin zêde watedar nîne. Ji ber siyasetmedar îstîkrarê dixwazin hele ku ew kes jî Erdogan be wê piştgiriyê bidinê.  Yek ji riyên ku bê şopandin ev e. Li gorî min di vê nokteyê de welatên Rojava berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk wê derxin pêş. Pirsgirêk hev e. Lê niha li welatên Rojava der barê hilbijartina nû de daxuyaniyek mezin tune. Ez jî mereq dikim ku wê li dijî hilbijartina Tirkiyeyê bertekek çawa pêk bê.
 
* Erdogan di bernameyek televîzyonê de got ‘Îdlîb cihekî mezine. Ya girîng ev di bin kontrolê de bê girtine. Ev cih li gorî Erebane. Terza jiyana Kurdan ne li gorî wir e’. Hun van gotinên ku wek qirkirina li hember Kurdan e çawa dinirxînin?
 
Erdogan ji bo vî şerî mafdar derxe klîşeyên nîjadperest yênli hember Kurdan ji nûve diafirîne. Di dîroka Tirkiyeyê de rola çiyayan, di alî înkarkirina hebûna Gelê Kurd de ye.  Yanî digotin ‘Kurd tune ne ew Tirkên çiyane’. Di 1991’ê de Turgut Ozal ji bo Kurdan got ‘ev mirovên hovin, em nikarin wan li bajaran hevdem bikin’. Niha li herêmê ji bo paqjiya entîk vê îdiayê davêjin holê û îmajek nîjadperest diafirînin. Ev helwest her tim di dîroka Tirkiyeyê de hebû. Ev gelek xeteye.
 
* Di êrîşên li Rojava de kewarên xurekan, nexweşxane û qadên sivîl hatin bombebartankirin. Gel tevî van êrîşan herêm terk nekir. Sedema vê çiye?
 
Ev êriş bi armanca herêm bê mirov bê hiştin û îstîkrara rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê xerakirinê ye. Hewcedariya wan bi binesaziyê heye. Hewcedariya wan bi pergalekê heye. Ji xwe di alî aborî de şertên wan ne başin. Li hember rêvbriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek ambargoyên wan hene. Li aliyê din hewl dide pêlek din a penaberan biafrîne. Ji ber Erdogan dizane ku çiqas penaber pir bin wê zêdetir pere ji Ewropa bigirin. 
 
* Li hember tevgera jinan a Îranê û Kurdên wir jî êrîş hene. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Ji bo Kurdan li her derê xwegîhandina jiyanek demokratîk û wekhev bûye rewşek girîng. Protestoyan li Rojhilata Navîn her kes xist tevgerê. Bêguman ev li xweşa Tirkiye, Îran û rejîmên wek vê naçe.Îran û Tirkiye wê di vî şerî de biser nekevin. Dema komek mirov ji bo azadiya xwe bikevin tevgerê û şer bikin wisa hêsan nikarin bên sekinandin. Bi rastî jî serî natewînin û jiyana wan ji bo wan alternatîfan nade. Li Îranê binêrin piştre li Sûriyê. Bi rastî mirov êşê dikşînin. Ewil dema Esad û piştre jî DAIŞ’ê her tişt wêran kir. Mirov wê êdî venegerin wan deman.
 
Ji bo Tirkiyeyê pirsa esas ev e, pirsgirêka Kurd li ku derê dipê. Di şerê 2015-2016’an de şerekî dijwar hebû beşeke nifûsa Kurdistan û bakur tunebû, bajar hatin hilweşandin bi sedan kes mirin û travmayek mezin hat jiyîn. Niha gelek kes bêdeng e. Cesaret nakin biaxivin. Di înkarkirina Gelê Kurd re her tim israr heye. Di bingeha hemû pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye. Pisgirêka Kurd li her çar parçeyê neyê çareserkirin wê înkarkirin bidome.