ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 14 Kanûn 2022
  • Rojev
 
*Akademîsyen Dastan Jasîm êrişên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn wek plana paqijiya etnîk nirxand û got: “Îran û Tirkiye wê di vî şerî de bisernekeve. Dema komek mirov ji bo azadiya xwe bikevin tevgerê û şer bikin wisa hêsan nikarin bên sekinandin.” 
 
*Remziye Tosun ku hevdîtinên Pêşnûme Qanûna Butça Navendî ya 2023’an nirxand da zanîn ku gotinên desthilatdariyê yên ‘şer tune ye’ bi daxuyaniya butçeya şer a di hevdîtinên Butçeya Wezareta Parastina Netewî de hat aşkerakirin, her tiştî berovajî nîşan dide.  Remziyeyê got divê her kes di vê pêvajoyê de rol û mîsyona xwe bi cih bîne. DÎMEN HEYE
 
*Buka Lekî di 10’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya TAKSAV de hat nîşandan. Lîstikvana Buka Lekî Pelda Bal da zanîn ku di lîstikê de pêvajoya ku travmaya leşkeriyê rê li ber pisgirêkan vedike, tê vegotin. Peldayê da zanîn ku piştî vê wê lîstik li Stenbolê bê lîstin. BI DÎMEN