Cenazeyê Hediyeyê li Wêranşarê hat definkirin

  • 08:29 14 Kanûn 2022
  • Rojane
RIHA - Cenazeyê Hediye Suer a di pevçûna li Bagokê de jiyana xwe ji dest da li Wêranşarê hat definkirin. Cenazeyê Hediyeyê 5 meh şûnde radestî malbata wê hat kirin. 
 
Li çolterê Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê di 27'ê mehê de pevçûnê rû da û  Hediye Suer (Arjîn Xwînda Gabar) a HPG'yî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediyeyê 5 meh şûnde radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Hediyeyê do ji Goristana Bêkesan a Artukluya Mêrdînê hat girtin û anîn Wêranşara Rihayê. Cenazeyê Hediyeyê li Goristana Nû ya li ser rêya Serêkaniyê hat veşartin. Ji xeynî kesên ji malbatê destûr nehat dayin ku kesekî din tevlî merasîma cenaze bibe.