Rêxistinên sivîl li Wanê serdana JinNews û MA’yê kirin

  • 16:46 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
WAN - Rêxistinên sivîl ên Wanê bi boneya ku rojnamevanên nûçeyan dişopînin û bi êrişa polîsan re rûbirû man serdana xebatkarên ajansa JinNews û MA’yê kirin.
 
Rêxistinên civakî yên sivîl ên Wanê bi boneya Hefteya Mafê Mirovan da ku bale bikişînin ser rewşa rojnamevanên bi êrişa polîsan re rûbirû dimînin serdana buroyên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê yên Wanê kirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Wanê Ebrû Demîrtepe di serdanê de axivî û bal kişand ser êriş û girtina xebatkarên çapemeniya azad û got: “Niha gelek hevalên rojnamevan girtî ne. Tirkiye her çiqas bêje ku azadiya çapemeniyê asteng nake jî lê belê rojnamevanên kurd bi zextan re rûbirû ne û têngirtin. Em ê her tim piştevaniya çapemeniya azad bikin.”
 
Nûçegihana ajansa me Bêrîvan Kûtlû di serdanê de spasiya şandey saziyên sivîl kir û got çapemeniya azad tevî zextan jî li ber xwe dide û nûçeyan çêdike û ew ê paşve gav neavêjin û li gorî ruhê çapemeniya azad xebatên xwe berdewam bikin.