Li dijî tecrîdê li Şehbayê kon hat vedan

  • 16:19 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanan a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê kon vedan.
 
Li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanan a herêma Efrînê kona xwepêşandanê li kantona Şehbayê vegirtin. Ev kon wê 3 rojan li navçeyên Şehbayê bidome. Îro kona xwepêşandanê li qada gundê Babinês a girêdayî navçeya Ehdas a Şehbayê hat vegirtin. Di bin konê çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û pankartên bi nivîsa "Bi şerê fedayî yê ciwanên Apoyî, em ê komployê têk bibin","Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne" hatin daliqandin.
 
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Zîn Henan axivî û got: "Em silavên xwe ji berxwedana Îmraliyê re dişînin. Dewletên hegomanîk Rêber Apo li zindanê dîl girtine û rojane tecrîdê li ser kesayeta wî zêdetir dikin. Tecrîda girankirî tê wateya tirsa dijimin ji fikir û ramanên Rêber Apo û nahêlin dengê wî derkeve derveyî zindanê. Saziya CPT heya niha der barê rewşa Rêber Apo de tu agahî bi me re parve nekiriye û rewşa wî zelal nekirine. Em wek ciwan heya nefesa dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo di nav liv û tevgerê de ne."
 
‘Em ê bi erka xwe ji bo azadiya Rêber Apo rabin’
 
Endama Tevgera Ciwanan a herêma Efrînê Hêva Haşêm ku beşdarî çalakiyê bû wiha got: "Kombûna me îro ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo ye. Zêdetirî du salan tecrîda li ser kesayeta Rêber Apo girantir bûye. Me jî xwest bi riya vê çalakiyê helwesta xwe nîşan bidin û bersivê bidin dijmin ku em hene û em ê bi erka xwe ji bo azadiya Rêber Apo rabin. Em ciwan û şagirtên Rêber Apo ne û şopdarên fikir û ramanên wî ne. Em her dem li qadan in."
 
‘Em tu caran li hemberî tecrîda girankirî bêdeng namînin’
 
Beşdarvana kona xwepêşandanê Şoreş Kelo jî hestên xwe li dijî tecrîda girankirî anî ziman û got: "Em beşdarî konê xwepêşandanê bûne ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Apo. Hêzên komploger xwestin bi riya vê komployê gel bê îrade bihêlin û vîna me bişkînin lê em hêza xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo digrin. Em silavên xwe ji Şehbayê heya Îmraliyê ji Rêber Apo re dişînin û li kêleka Rêberê xwe berxwedaniyê didin meşandin. Em tu caran li hemberî tecrîda girankirî bêdeng namînin û em ê her dem xwedî helwest bin."