Derhênera girtî Magkan Elanlu xelata Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê girt

  • 15:57 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derhênera girtî Magkan Elanlu xelata Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê girt.
 
Wênegir û derhênera belgefîlman a ji Îranê Magkan Elanlu ya ku di Girtîgeha Qerteşk a Îranê de tê ragirtin, ji ber fîlma xwe ya bi navê “Bi Hezaran Jin” xelata mafên mirovan a taybet bi Mîhrîcana Vîyana ya Sînemayê wergirt.
 
Magkan Elanlu xelata xwe ji bo hezaran jinên daketine qadan û banga mafên xwe yên kirin, diyarî kir.
 
Magkan Elanlu ku di rojên destpêkê yên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li ser malperên medya dijîtal wêneyên xwe yên “bê laçik” belav kiribû, di 17'ê Cotmehê de hat binçavkirin.
 
Têkildarî mijarê, duh hejmareke hunermendan daxuyanî da, tê de banga serbestberana girtiyên siyasî û hunermendan kir û xwestin aliyên navneteweyî zextê li dewleta Îranê bikin bikin da ku biryarên darvekirina girtiyan rawestîne û li ser sûcên wê hesabê jê bipirsin.