Êrîşa li ser TTB'ê û girtina Şebnem Korur Fincanci hat şermezarkirin

  • 15:52 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa li ser TTB û Şebnem Korûr Fîncanci hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat gotin:""Mîna doh, îro jî ti desthilatdarî wê nikaribe gavê bi paşde bi me bide avêtin. TTB wê têkoşîna xwe li gel bijîşkan ji bo bijîşkan her tim dewam bike."
 
Êrîş û zexta li ser yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) û dîlgirtina Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci li Wan û Îzmîrê hate şermezarkirin.
 
Wan
 
Odeya Tabîban a Wan-Coelmêrgê êrîşa li ser Yekîtiya Tabîban a Tirk û dîlgirtina Şebnem Korûr Fîncanci şermezar kir. Di civînê de ku li avahiya odeyê hate lidarxistin, Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ahmet Koç axivî û diyar kir ku TTB û odeyên Tabîban li gorî hîmên zanistî û exlaqî tevdigerin, lewma ew û desthilatdarî li hev nakin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yekîtiyên pîşeyî li gorî desthilatdariyê tevnagerin, lewma êrîş li dijî wan tê kirin û hate gotin, "Lê belê divê were zanîn; Kîjan desthilatdarî dibe bila bibe, TTB wê ti carî ji gotinên rast û yên bi kêrî tenduristiya gel û civakê tên, bernede."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna doh, îro jî civak, doktor û rêxistinên pîşeyî û kedê wê xwedî li tenduristiyê, ked û paşerojê derkevin, kes nikare doktoran û TTB'ê bêdeng bike."
 
Îzmir
 
Odeya Tabîban a Îzmîrê jî li avahiya odeyê nerazîbûn nîşanî zextê da. Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî di nav de nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.
 
Serokê Odeya Tabîban a Îzmîrê Prof. Dr. Suleyman Kaynak destnîşan kir ku karê wan ê ji bo tenduristiya gel ne li gorî desthilatdariyê ye û got, "Mîna ku di dema şewba Covîdê de jî hate dîtin, ji ber ku em agahiyên zanistî timî bi civakê re parve dikin, li dijî tundiya li doktoran dengê xwe bilind dikin, gotin û keda doktoran digihînin qadan, daxwaza jiyaneke bi şert û mercên mirovî dikin û têkçûna li qada tenduristiyê radixin pêş çavan, desthilatdarî êrîşî me dike."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mîna doh, îro jî ti desthilatdarî wê nikaribe gavê bi paşde bi me bide avêtin. TTB wê têkoşîna xwe li gel bijîşkan ji bo bijîşkan her tim dewam bike."