STK’yîyan li pêş deriyê girtîgehê hefteya mafê mirovan pêşwazî kirin

  • 14:50 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - STK’yîyên li Amedê û partiyên siyasî di hefteya mafê mirovan de li pêş girtîgeha tîpa D ya Amedê ye daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên girtiyên siyasî û gotin divê ev roj bibe roja xwedîderketina li berpirsyariyên xwe û dawîanîna li bêhiqûqiyên heyî.
 
Saziyên Sivîl (STK) bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê, hefteya mafê mirovan li ber deriye girtîgeha tîpa D ya Amedê daxuyanî dan. Komeleya  Mafên Mirovan(ÎHD) şaxa Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komelaya Rosa a Jinan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Xizmên Malbatên Girtiyan ên Nobeta Edaletê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an, Odeya Bijîşka a Amedê li cihê daxuyaniyê amade bûn.
 
Metna daxuyaniyê ji aliye hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ve hate xwendin.
 
‘Divê şert û mercên girtîgehan werin sererastkirin’
 
Rifat Ronî bi rewşa girtîgehê re dest bi axaftinê kir û got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê  serjimara girtiyan her roj bi awayekî cidî zêde dibe. Ev zêdebûn di aliyekî de dibe sedema mezinkirina îxlalên jiyanê, di aliyekî din de jî tespîtkirin û çareseriya van pirsgirêkan dibe mecbûrî. Bi qanûnên sala 2017’an vir ve sînordarkirin zêdetir bûne bandorên qadên fîîlî berfirehtir bûne. Ev pêvajo bi awayekî neyînî bandorê li ser girtîgehan kiriye û di bikaranîna mafên azadî û bingehîn de sînordariyên cidî aniye. Îşkence, miameleyên xirab û dijmirovî tenê li ser girtiyên polîtîk pêk nayê, li ser girtiyên edlî ku vî halê dijmirovî qebûl nakin jî wekî rêbaz pêk tê. Li girtîgehan ji bo jiyaneke ‘mirovane’ pêk were rêgezên ‘standartên kêmtîrin’ hene. Divê ji her kesê ku ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin li gorî mafên mirovan rêzdarî were nîşandan. Di girtîgehên Tirkiyeyê de hepskirin wekî rêgezên sereke yên cezayê  hebûna xwe diparêze û hejmara girtiyan her sal zêdetir dibe. Girtîgehên Tirkiyeyê divê li gorî mafên mirovan û standartên navnetewî werin guncavkirin.”
 
‘Lijneya Tibba Edlî raporên alîgir amade dike’
 
Rifat got girtiyên nexweş, di girtigehên Tirkiyeyê de pirsgirêkên herî girîng û herî sotîner pêk tînin û wiha pêde çû: “Li girtigehên Tirkiyeyê astengkirina mafê ragihandina tenduristiyê, ferzkirina lênerîna bi kelepçe, derengbirina revîrê, derengçêkirina sewkên nexweşxaneyê yan jî qet çênekirin, kêmbûna xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehan rewşa girtiyên nexweş xirabtir dikin û ev dibe sedema îxlala mafê jiyanê. Di nav sala 2022’yan de girtiyên nexweş jî  di nav de 50 kesî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, du girtî demeke kin piştî berdana xwe jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî 651 giran bi giştî 1517 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan; mafên girtiyên kal û pîr, nexweşên pênçeşêr û dil, yên nexweşiyên wan ên mayînde hene, yên pirsgirêkên wan ên derûnî hene û mafê ragihandina tenduristiyê yê bi sedan nexweşên giran ên nikarin tena serê xwe jiyana xwe bidomîn tê îxlalkirin. Tedawiyên wan tên astengkirin. Di derheqê girtiyên nexweş ên nikarin li girtigehê jiyana xwe tena serê xwe bidomînin ji hêla Lijneya Tibba Edlî ve raporên aligir û ji zanînê dûr tên amadekirin ji ber van raporan girtiyên nexweş demên dirêj li girtîgehê dimînin û nexweşiyên wan pêş ve diçe.”
 
‘Em her kesî vedixwînin beripirsiyariyê’
 
Rifat herî dawî jî bal kişand ser girtiyên infaza wan tên şewitandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Înfaza gelek girtiyan tê şewitandin û berdana wan tê astengkirin. Di Qanûna Înfaza Cezayê de wiha hatiye diyarkirin  ji bo feyde ji berdana bi şert were girtin girtî dema xwe ya girtîgehê divê bi halê baş derbas bike. Bi awayekî mafê ewlehiya hiqûqî tê îxlalkirin, bi nirxandinên subjektîf û bi pêvajoyên îdarî yên kêfî daxwazên berdanên bi şert tim tên redkirin. Têgeha 'halê baş' ku li ser azadî û mafê ewlehiya kesan bandor çêdike ji biryarên kêfî yên rayedarên girtîgehan re hatine hiştin. Mafên berdanên bi şert ên bi nêzikatiyên dijhiqûqî û bi biryaran tê astengkirin, ji bo girtî bi lezgînahî werin berdan divê muameleyên pêwîst werin kirin. Divê demildest pêkanînên kêfî û dijhiqûqî yên mafên girtiyan ên bingehîn bi sînor û îxlal dikin werin bidawîkirin; di derheqê xebatkarên giştî yên kiryarên dijhiqûqî pêk tînin de lêpirsineke bi bandor pêk were. Em wekî saziyên navên me di binî de ye diyar dikin ku em ê van îxlalan bişopînin, ji bo îxlalên mafan ên tên jiyîn gavek berê werin bidawîkirin em her kesî vedixwînin berpirsiyariyê.”
 
Piştî daxuyaniyê li ber deriye girtîgehê xwepêşanvan derbasî PTT'ê ya navendî ya li navçeya Surê ya Amedê ye bûn û çalekî bi nameşandina ji girtiyan re bi dawî bû.