Hevdîtina Şandeya Jinên Kurdistanê didome

  • 13:21 13 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serdanên Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê berdewam dike. Di hevdîtina îro de hat diyar kir  ku dê yekîtiyek di bin navê "Yekîtiya Jinên Kurdistanê" ava bikin.
 
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya ji bakurê Kurdistanê, di 11’ê kanunê de serdana başûrê Kurdistanê kir. Şande destpêkê li Hewlêrê bi rêxistinên jinan re civiya. Duh jî serdana Silêmaniyê kir. Serdanên şandeya jinan îro li Silêmaniyê jî dewam dikin.
 
Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan a ji Bakur, îro bi Koma Jinên Azad ku tevahî aliyên cûda yên başûrê Kurdistanê di nav de cih digrin re, civiya.
 
Di encama civînê de hate diyarkirin ku wê di bin navê "Jinên Kurdistanê de yekîtiya jinan pêkbînin. Armanca sereke ya vê ewe ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê di bin sîwanek de kom bibin daku bikaribin bibin pêşengên Gelê Kurd û di mijara aştî û yekîtiya nava hemû Gelê Kurd de bibin xwedî biryar.
 
Derbarê mijarê de Endama Partiya Azad ya Kurdistanê a li Bakurê Kurdistanê, Zînet Dîncer ku di heman demê de endama Platforma Yekîtiya Jinan ya Bakurê Kurdistanê ye, ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û da zanîn ku hebûna yekîtiya jinên her çar parçeyên Kurdistanê girîngiyek mezin û got: “Divê rewşa hestyar de ji bo jinên kurd hebûna yekîtiya jinên kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke. Ji ber ku jinên kurd dikarin di nav mala kurdan de aştiyê çêbikin.”